Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê: Xwestin me bitirsînin

  • 14:56 6 Çile 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê, derbarê êrîşa duh êvarê li ser avahiya wan hat kirin de daxuyaniyek da. Di daxûyaniyê de hat gotin ku ji ber hilbijartin nêz dibin bi ser avahiya partiya wan de hatiye girtin û armanckirine ku wan bitirsînin. 
 
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê, derbarê  derbarê êrîşa duh êvarê li ser avahiya wan hat kirin de daxuyaniyek da. Endam û rêvebirên HDP û DBP’ê yên navend û navçeyên Mêrdînê tevlî daxûyaniyê bûn. Dxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP’ê  yê Mêrdînê Alî Sîncar ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku duh êvarê polîsan bi ser avahiya wan de girtine dosyeyên bernamzetên wan kontrol kirineî,  stîckerên ku ji bo Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guvena ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê desteser kirine û di berdewamiyê de ev tişt hat gotin: “Leyla Guvena ku  ev 60 roj e di greva birçîbûnê de ye mafê xwe yê demokratîk bi kar aniye. Lê wekî ku Leyla Guven tiştekî îlegal kiriye xebatên ji bo piştgirîdayîna çalakiya wê tên asteng kirin, belgeyên derbarê wê de hene wek sûc hatin nişandan û bi ser paritya me de girtin.”
 
Di daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku bi nêzbûna hilbijartinên herêmî re biserdegirtina partiya wan ne tesadûfe û daxuyanî wiha hat berdewamkirin: “Armanca wan ew e ku me bitirsînin. Lê belê em gelek baş dizanin ku di hilbijartinê de em ê  bi ser  kevin. Ji ber wê ye ku polîsan bi ser avahiya me de girtiye. Bi serdegirtinan dixwazin xebatên me yên hilbijartinê asteng bikin sekinandin. Duh êvarê di dema serdegirtinê de dosyayên bernamzedên me hatin kontrolkirin. Lê em ê di  vê hilbijartinê de bersîva qeyûmên ku dest danîne ser vîna me bidin. Em ê nîşanê wan bidin ku bi serdegirtinan tu kes nikare me bitirsîne û em êrîşa li dijî avahiya xwe şermezar dikin.”