Li Şengalê jî li dijî tecrîdê greva birçîbûnê hat destpêkirin
- 14:00 6 Çile 2019
- Rojane
ŞENGAL - Li Şengalê li dijî tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin.
Li Şengalê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di pêşengiya Meclisa Xwser a Şengalê (MXDŞ), Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekitiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) de çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin.
Çalakiya ku li Xanesorê li Salona Laleşê hat destpêkirin komeke ku ji 20 kesê pêk tê cih girtin. Piştî ku 3 rojên vê komê biqedên dê çalakî ji Saziyên Civaka Sivîl ve bê dewrgirtin.