Jineke din a êzidî ya ciwan ji aliyê Qesedê ve hat rizgarkirin

  • 11:30 6 Çile 2019
  • Rojane
Nûpelda Têkoşîn / Ehlam Hecî
 
ŞENGAL - Şervanên QSD'ê di Pêngava Bagera Cizir de jineke din a ciwan a êzîdi ji destê DAÎŞ ê rizgar kirin. Jinan civan a ku hat rizgarkirin ji alî Meclîsa TAJÊ ye Xanesorê ve roja Cejna Batizmê radestê malbata xwe hat  kirin.
 
Di dema fermana 3'yê Tebaxê ya 2014'an a ku li Şengalê anîn serê kurdên êzidî, hejmareke zêde jin û zarok  ketibûn deste DAÎŞ ê. Niha jî pêngava rizgarkirina jin û zarokên ku ketine deste DAÎŞ'ê ji aliye şervanên QSD,YPG û YPJ'ê ve didome. Di çarçoveya vê oprasyonê de duh jî jineke 20 salî ya bi navê Xewla Mirad Xelef ku ji Dugurê ye û hat rizgarkirin di Cejna Batîzmê de ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve radestê malbata xwe hat kirin.
 
'Em bi firotinê tehdît kirin'
 
Xewla Mirad a ku ji destê çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin wiha bahsa hovîtiya van çeteyan kir: “ Sibeh  bû em nûh şiyar bibûn. Hat gotin ku Erhabî hatine. Heta wê demê min navê DAÎŞ'ê  nebîhîstî bû. Em ji malê derketin me xwest ku bi riya revê ji wan xwe rizgar bikin, lê em çawa ji malê derketin çeteyên DAÎŞ'ê em gitin û birin Xanesorê. Ji xanesorê jî em birin Şengalê  dibistanekê û ji wê jî em birin zindana Babuşê. Ez, birayê min û du xweşkên min em ketin deste çeteyên DAÎŞ'ê. Piştre jî birayê me ji me qetandin û em birin Reqayê. Gelek caran min dixwest birevim. Lê me em ditirsandin. Digotin em ê we bifroşin, em ê li we bidin.”
 
Spasiya QSD'ê kirin
 
Xewla piştî ku hat rizgarkirin ji aliyê TAJÊ ve di di Cejna Batîzmê de radestî malbatê hat kirin û li ser navê malbatê meta wê Xewla Xelef axivî û wiha spasiya QSD'ê kir: " : “ Xewla biraziyiya min e. QSD'ê biraziyê min rizgar kir. Em gelek kêfxweşin ku îro biraziya min hatiye rizgar kirin. Em spasdarên QSD'ê ne.  Di vê roja cejnê de ji ber ku em kêfxweş kirin em dubare spas dikin.”
 
Di dema radestkirina malbatê de li ser navê TAJÊ Leyla Seîd axivî û ev tişt got: "Ji ber rigarkirina jina ciwan Xewla Mirad em gelek kêfxweş in ku em di vê Cejnê de radestî malbata wê dikin. Em ji QSD, YPG û YPJ'ê re spas dikin. Em hêvîd dikin ku ew cejna Batizmê ya  Pîrê ARÎ bibe wesilaya yek jin û xortên êzdî di destê DAÎŞ'ê nemînin.”
 
Di dawiya axaftinan de bi tilîliyan şekir hat belavkirin.