Li Bajarê Qamişloyê şehîdên meha çileyê hatin bîranîn

  • 11:00 6 Çile 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Li bajarê Qamişloyê ji bo 74 cangoriyên azadiyê biranînek hat li darxistin.
 
Duh di saetên êvarê de Meclisa Malbatên Şehîdan li Şehîdegeha Şehîd Delîl Sarûxan ji bo 74 şehîdên meha Çileyê ku li Qamişloyê di encma êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dan bi gerseyî merasimek li dar xist.
 
 Di merasimê de Saziya Malbatên Şehîdan, hemû saziyên xweseriya demokratîk û nûnerên Rêxistina Kongreya Star amade bûn. Merasim bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirIn û piştre jî li ser navê Saziya Malbatên şehîdan Hêvî  Seydo, li ser navê Kongreya Star Axîn Ararat û li ser navê dayikên şehîdan jî Wesîle Ezîz axivî. 
 
Di axaftinên hatin kirin de hat diyarkirin ku ev ax bi xwîna şehîdan hatiye azadkirin û bangewaziya xwedîderketina li axê hat kirin. Di berdewamiya axaftinan de ev tişt hat gotin: "Li sersarenserê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê em xwedî li şehîdên xw derdikevin. Em careke din li huuzra şehîdan soza xwe nuh dikin ku em ê heta dawiya jiyana xwe têkoşîna xwe bê navber bimeşînin û azadiya xwe misoger bikin."
 
Piştî axaftinan yek biye nasnameyên şehîdan hatin xwendin û kesên tevli merasîmê bûn bi dirûşma " Şehîd namirn" berê xwe dan şehîdegehê û gorên şehîdan ziyaret kirin.