Li xeta sînor a li Nisêbînê çi dibe gelo?
- 10:29 6 Çile 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbîna ku xeta sînor lê ye û bi tevgera li xeta sînor di rojevê de ye, hat îdakirin ku ji GATA'yê heyeteke leşkerî, hatiye û li nexweşxaenya wê ji bo ku lêkolînê bike qatekî nexweşxaneyê hatiye valakirin.
Piştî daxuyaniyên Tirkiyeyê ên oparasyona li dervê sînor ev hefteyek e ji ber sevkiyata Leşkerî ya ji bo Sûriyeyê li Mêrdînê tevgereke zêde tê dîtin. Li gorî agahiyên dawî ku ji Mêrdînê hatin bidestxistin hat diyarkirin ku ji Akademiya Tipê ya Leşkerî Gulhaneyê (GATA) heyetek hatiye Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê, li nexweşxaneyê lêkolîn kiriye û hat îdakirin ku vê heyetê qatê 4'an ê nexweşxaneyê vala kiriye.
Li Nisêbînê tevger zêde bû
Hat îdakirin ku duh ji GATA'yê heyetek leşkerî çûye Nexweşxaneya Dewetê ya Nisêbînê. Li gorî agahiyên ku ji wletiyek nexwest ji ber ewlehiyê navê xwe bide hatin bidestxistin, heyeta ku hatiye nexweşxaneyê demek dirêj lêkolîn kiriye. Herwiha hat îdakirin ku vê heyetê lîsteya xebatkarên li nexweşxaneyê dixebitin jî xwestiye û qatê 4'an ê nexeweşxaaneyê ku vala kiriye jî li gorî xwe dîzayn kiriye.
Li navçeya ku di hefteyên dawîn de tevgera wesaytên zirxî lê zêdetir bûye tevgereke cuda heye.