Rêxistinên Jinên Swîsreyî destek dan Leyla Guven
- 09:27 6 Çile 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên Jinên Swîsreyê peyamek weşandin û bi peyama xwe destek dan Leyla Guven ku 60 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Beriya Greva Jinan ku wê 14'ê Hezîrana 2019'an li gelemperiya Swîsreyê pêk were, sazî û rêxistinên jinan li hev kom bûn û piştgirî dan Parlamentera HDP'ê ya Colemêrg Leyla Guven ku 60 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.
Komîteya Amadekar a Greva Jinên Swîsreyî ya 2019'an ku Meclîsa Jinan a Bêrîtan û Komîteya Pira Xwişk-Biratiyê ya Zurîch-Amed jî di nav de ne, li ser girtin, îşkence û binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê nameyek ji Konsolosxaneya tirk re şandin.