Li Mêrdînê bêtehamûliya li dijî Leyla Guven
- 09:21 6 Çile 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Duh êvarî polîsan avêt ser avahiya HDP'a Mêrdînê. Hat hînbûn ku polîsan ji bo stîckerên der barê Leyla Guvenê avêtiye ser avahiyê.
Duh êvarê polîsan avêt ser avahiya HDP'a Mêrdînê. Hat hînbûn ku polîs ji bo stîckerên der barê Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê di greva birçîbûnê de ye berhev bikin avêtine ser avahiya HDP'a bajêr. Di dema avêtina ser avahiya HDP'a bajêr de polîsan dora avahiyê dorpêç kir.
Di dema lêgerînê de polîsan tevî stîckeran afîş û pankartên der barê Leyla Guvenê de jî desteserkirin. Piştî lêgerînê polîs ji avahiya HDP'a bajêr derketin.
Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 4'an a Antalyayê i 31'ê Kanûna 2018'an de stîckerên der barê Leylayê de qedexe kiribûn.