Ji berxwedêrên TUVTURK’ê bang: Piştgiriya xwe qût nekin
- 09:16 6 Çile 2019
- Rojane
MUGLA - Berxwedana karkerên ku di Îstasyona Muayeneya Wesayîtan a TUVTURK’ê de dixebitin û bi hinceta sendîkayî ne ji kar hatin derxistin ev 5 mehin didome. Karkerên jin gotin: “Berxwedana me girîng e. Ji ber sendîka, girtina biryara komî ye. Em banga piştgiriya gelê Muglayê dikin.”
Berxwedana 18 karkerên di Îstasyona Muayeneya Wesayîtan a TUVTURK ya Muglayê de dixebitin bi hinceta sendîkayî ku ne ji kar hatin avêtin didome. Piştî karker bûn endamê Sendîkaya Nakliyat-Îş'ê ya girêdayê DÎSK’ê ye şûnde beyî tazmînat ji kar hatin avêtin.
Karkerên di Tebaxa 2018’an de dest bi çalakiyê kirin 5 mehe didome. Yekemîn runiştina doza ku karkeran vekir a ‘radestkirina kar’ li Yekemîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliyê ya Muglayê hat dîtin. Karker û parêzer di runiştinê de amade bûn û ji bo kêmasiyên dosyayê temam bibin taloqî 5’ê Sibata 2019’an hat kirin. Koma duyem a karkeran jî doz vekiribûn û runiştina wan ya yekem jî di 16’ê Çile de tê dîtin. Karkerên bi hincetên cuda ji kar hatibûn avêtin, bi çekan hatibûn tehdîdkirin û şîfra wan ya E-dewletê ji wan hatibû xwestin.
‘Em piştgiriyê didin hemû berxwedanên karkeran’
Burcu Karaova, Seda Magul û Sultan Turk yên di nav 18 karkeran de berxwedana xwe didomînin diyar kirin ku heta ew mafê xwe negirin wê berxwedana xwe bidomînin û got: “Em banga piştgiriyê li saziyên civaka sivîl û gelê Muglayê dikin. Em bi berxwedanên li Eskîşehîr û Rihayê re tevdigerin. Em piştgiriyê didin berxwedanên Flormar, Cargîll, Îzbanê.
‘Xwestin têkiliya me bi karkeran re bibirin’
Burcu Karaova diyar kir ku rayedarên şîrketê wek rewşa li Eskîşehîrê xwestiye paravanê bike navbera îstîsyon û konê berxwedanê lê piştre dest jê berdane û wiha got: “Niha guherînek tune. Dixwazin têkiliya me bi karkerên din re qût bikin. Naxwazin em bi wan re bikevin têkiliyê. Sendîka heta niha li pişt me ye. Nakliya-Îş her tim li pişt me ye. Em berxwedanên din jî silav dikin. Divê heqdestê asgarî bibe 2 hezar û 500.
Sultan Turk jî daxuyakirin ku gelê Muglayê piştgiriyê dide berxwedana wan û wiha pê de çû: “Heta niha kesên wesayîtên xwe nedianîn hebûn. Yên ji ber muayeneya dij usulê hatine kirine gilî kiribûn. Ji ber hevalên me yên hatine derxistin tecrubeya wan ya 10 salan hebû. Ji ber tecruba yên din tunebû, muayeneya wesayîtan nîvco dima.”