40 aşên dîrokî terkî qedera wan hat kirin
- 09:13 6 Çile 2019
- Jiyan
WAN - 40 aşên ku di sala 1986’an de ji aliyê DSÎ'yê ve ava wan hatiye birîn niha nikarin bên bikaranîn. Narînç Ozyaşar ya ku şahidiya demên ku aş dixebitin kiriye, diyar kir ku aşên demekê çavkaniya hilberînê bûne, dixwaze dîsa bên xebitandin.
Li Navçeya Payîzava ya Wanê ku ji gelek cihên dîrokî re malovaniyê dike, yek ji herêmê ya herî girîng qada ku 40 Aş lê ne. Aşên ku li taxa Degîrmendere ya Payîzava ya Wanê ne berê çavkaniyek girîng ya debarê bûne û nêzî 2 hezar û 700 paşeroja wan heye. Tê gotin ku aş ji aliyê Ermeniyan ve hatine çêkirin. Piştî Qirkirina Ermeniyan, gundî xwedî li van aşan derdikevin. Ji van aşan 15 heb heta 2010’an tên bikaranîn lê niha yek jî naxebite.
Ava aşên ku bi Coha Şamranê re hatine avakirin, piştî sala 1986’an şûnde ji ber hewcedariya ava bajar bi Wanê ve hatiye girêdan û ji ber vê jî yek bi yek aş hatin girtin. Yek ji sedema din ya girtina wan ev e ku gundiyan jî dest girtina nanên amade kirine. Dîsa valabûna gunda jî aş terkî qedera wan kirine.
Rojane hezar û 500 kîlo kapasîteya wan a ard heye
Dema aş dixebitin rojane hezar û 500 kîlo ard dihat hêran û ev aş wek navenda hilberînê ya herêmê bûn. Ji bajarên derdorê jî mirov ji bo hêrana genim dihatin wir û tevî ku 40 aş hebûn jî ji ber qerebalixê mirov diketin dorê. Tevî ku malê taybet bû jî mirov bi piştevaniyê di aşan de dixebitin û ji her gundî bi motoran genim dianîn herêmê. Şêniyên taxê diyar kirin ku ji ber Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) av biriye aş hemû hatine sekinandin.
‘Aş pir taybet bûn, xwezayî bûn’
Narinş Ozyaşar diyar kir ku aşên wan gelek taybet û xwezayî bûne û wiha got: “Hevîrên me yên wê demê jî bi bereket û naê jê dihat çêkirin xweş bû. Berê ava aşên me ji Zozanên Nordiz, Xoşab û Şaxê dihatin. Wê demê wesayît tunebûn,em bi keran diçûn me av dianî. Cihê razana me jî tunebû lê tevî vê ew dem gelek xweş bûn.”
‘Ger aş hebin ez ê dîsa biçim ardê xwe li wir çêbikim’
Narinçê destnîşan kir ku tehma nanê wê demê gelek xweş bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her kes bi hev re di piştevaniyê de bûn. Her kesî bi hev re barê xwe bar dikirin. Tehma wî girarê wê demê li aş dihat hêran pir cuda bû. Gelek kesî ji vir koç kir. Êdî kesî bi aşan hewce nedît. Her kesî piştgûh kir. Niha ji 10 malbatî yek malbatek belkî nanê xwe dipijîne. Her kes dikire.”