‘Komkujiya Parîsê suîkastek ji bo parçekirina pêvajoya aştiyê bû’

  • 09:11 6 Çile 2019
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Meral Daniş Beştaş a HDP’î diyar kir ku di ser qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd yên jin ku li Parîsê hatin qetilkirin re 6 sal derbas bûye û got hewl tê dayîn komkujî di taritiyê de bimîne û wiha berdewam kir: “6 roj piştî hevdîtinên li Îmraliyê şûnde komkujiya Parîsê hat jiyîn. Komkujiya Parîsê bi armanca parçekirina pêvajoya çareseriyê pêk hat.”
 
Li Payitextê Fransa Parîsê di 9’ê Çileyê 2013’an de yek ji demezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) Nûnera Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê Leyla Şaylemez (Ronahî) di Buroya Enformasyona Kurd de di encama suîkastekê de hatin qetilkirin. Di ser qetilkirina wan re 6 sal derbas bû û yekane gumanbarê bûyerê Omer Guney jî li girtîgeha ku dima jiyana xwe ji dest da. Heta niha der barê komkujiyê de lêkolînek nehat kirin û Fransa jî der barê bûyerê de lêkolînekê nameşîne. Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş pêvajoya darazê nirxand û got divê komkujî demildest bê ronîkirin.
 
‘Nexwestin komkujiyê ronî bikin’
 
Meralê destnîşan kir ku tevî di ser komkujiyê re 6 sal derbas bûye hîna qetilkirina her sê siyasetmedarên jin nehatiye ronîkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez nabêjim ku nedikarî bê ronîkirin; ji ber dikaribû bihata ronîkirin lê ronî nekirin. Ev komplo bi koalîsyonek navneteweyî hat kirin. Ji roja bûyer pêk hat heta niha hem di qada siyasî hem di qada hiqûqî de gelek daxuyanî hatin dayîn. Ji bo bê ronîkirin gelek daxwaz hatin pêşniyarkirin lê merciyên darazê gav navêtin. Di hevdîtinên ji bo ronîkirinê hatin kirin de jî em dizanin ku gelek bûyer hene.”
 
‘Li pişt komkujiyê hêz hene’
 
Meralê bi lêv kir ku Tirkiyeyê daxuyanî dan ku lêpirsîna der barê komkujiyê de li Enqereyê hatiye destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê lêpirsînek didome heye lê qet pêş neketiye. Tirkiye piştî bûyerê şûnde ket dû kesên ku jê re gotin ‘endamên rêxistinê ne’. Kurdên wir wek gumanbar lêkolîn kirin. Ji Fransayê jî ev xwest. Bi vê re jî gumanbar Omer Guney hebû. Wî jî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Wekî ku tenê gumanbar Omer Guneye, nîşandan. Her kes dizane ku di bûyerek wisa de gumanbar ne ew tenê ye. Bêguman li pişt vê hêzên ne diyar hene.”
 
‘Gelo Omer Guney tercîhek bû?’
 
Meralê bi lêv kir ku bi zanebûn doz di ser Omer Guney re hatiye meşandin û got çend roj mabû ji dozê re Omer Guney jiyana xwe ji dest daye û wiha berdewam kir: “Gelo Omer Guney tercîhek bi zanebûn bû. Ger bi rastî wî gule barandibe gelo nexweşî baldar girtin? Van pirsan qet bersiv negirt. Em bi dehan carî çûn cem dozgerê dosyayê. Me daxwazname da. Parêzeran der barê mijarê de hewl dan ku gelek aliyên girîng yê vê bûyerê heye û divê derkeve holê. Komkujî 6 roj piştî hevdîtina li Îmraliyê pêk hat. Ev komkujî bi armanca parçekirina pêvajoya çareseriyê pêk hat. Ev bûyereke ku nikare bê reşkirinê ye. Ji bo ronîkirina vê bûyerê banga hestiyariyê li hemû kesî dikim.”