'Divê bi rihê Şoreşa Rojava em hemû li dijî gefên dagirkeriyê bibin yek'

  • 09:01 6 Çile 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Desteya Neteweyî ya Erebî Newal El-Mizyed diyar kir ku Şoreşa Rojava azadî ji jinên Ereb re jî anî û got ku divê bi rihê Şoreşa Rojava hemû kes li dijî gefên dagirkerî û desthilatdariyê bibin yek. 
 
Têkildarî mijara vekişandina Amerikayê ya ji Sûriyeyê û gefên Erdogan Endama Rêveberiya Desteya Neteweyî ya Erebî Newal El-Mizyed bi lêv kir ku bi Şoreşa Rojava jinên Ereb jî di hemû qadan de bûn xwedî rolek girîng û wiha got:"Îro talûkeyek mezin e ku em hemû bi gefên dewleta tirk rû bi rû mane. Divê bi rihê seferberiyê em bibin yek û xwe biparêzin. Li dijî hemû talûkeyan berxwedana yekîtiya gelan bersiva herî xurt e. Divê bi rihê Şoreşa Rojava em hemû li dijî gefên dagirkeriyê bibin yek."
 
'Li dijî hemû gefan têkoşîna jinê divê esas bê girtin'
 
Newalê da zanîn ku koletiya zincîrê bi rihê seferberiya yekîtiyê û têkoşînê hatiye şikandin û wiha got:"Zihniyeta desthilatdar a mêr her dem xwestiye ku jinê bike kole. Lê bi Şoreşên wekî Rojava hemû zincîrên koletiyê hatine şikandin. Lê divê em bêtir têbikoşin û bibin yek. Civak bi xwe jin e. Loma rol û misyona jinê ya di her qadê de girîng e. Mijara vekişandina Amerikayê ku ev polîtik e jî divê bandorê li me neke û em bikaribin xwe biparêzin. Divê pêşengiya vê yekê jî jin bikin. Li dijî hemû gefan têkoşîna jinê divê esas bê girtin."
 
'Divê bi rihê Şoreşa Rojava em hemû li dijî gefên dagirkeriyê bibin yek' 
 
Fatmayê bal kişand ser hêz û rola jinê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Bi berxwedan, fedakarî û pêşengiya jinan gelek tişt hatin guhertin. Ez bawer im ku jinê dê bikaribin bi têkoşîna xwe li dijî gefên desthilatdariyê û dagirkeriyê jî bisekinin. Îro talûkeyek mezin e ku em hemû bi gefên dewleta tirk rû bi rû mane. Divê bi rihê seferberiyê em bibin yek û xwe biparêzin. Li dijî hemû talûkeyan berxwedana yekîtiya gelan bersiva herî xurt e. Divê bi rihê Şoreşa Rojava em hemû li dijî gefên dagirkeriyê bibin yek."