ROJEVA 6'Ê ÇILEYÊ 2019'AN

  • 09:00 6 Çile 2019
  • Rojev
* Endama Rêveberiya Desteya Neteweyî ya Erebî Newal El-Mizyed diyar kir ku Şoreşa Rojava azadî ji jinên Ereb re jî anî û got ku divê bi rihê Şoreşa Rojava hemû kes li dijî gefên dagirkerî û desthilatdariyê bibin yek. DÎMEN HEYE
 
*Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hatiye destpêkirin, li girtîgehan belav dibe. Malbatên girtiyan piştgirî dan çalakiya birçîbûnê û gotin ku têkoşîna Leylayê pêl bi pêl mezin dibe, bêdeng nemînin têkoşînê mezin bikin. DÎMEN HEYE
 
*Meral Daniş Beştaş a HDP’î diyar kir ku di ser qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd yên jin ku li Parîsê hatin qetilkirin re 6 sal derbas bûye û got hewl tê dayîn komkujî di taritiyê de bimîne û wiha berdewam kir: “6 roj piştî hevdîtinên li Îmraliyê şûnde komkujiya Parîsê hat jiyîn. Komkujiya Parîsê bi armanca parçekirina pêvajoya çareseriyê pêk hat.” BI DÎMEN
 
*40 aşên ku di sala 1986’an de ji aliyê DSÎ'yê ve ava wan hatiye birîn niha nikarin bên bikaranîn. Narînç Ozyaşar ya ku şahidiya demên ku aş dixebitin kiriye, diyar kir ku aşên demekê çavkaniya hilberînê bûne, dixwaze dîsa bên xebitandin. BI DÎMEN
 
*Berxwedana karkerên ku di Îstasyona Muayeneya Wesayîtan a TUVTURK’ê de dixebitin û bi hinceta sendîkayî ne ji kar hatin derxistin ev 5 mehin didome. Karkerên jin gotin: “Berxwedana me girîng e. Ji ber sendîka, girtina biryara komî ye. Em banga piştgiriya gelê Muglayê dikin.”