'Em nahêlin axa me bê dagirkirin'

  • 11:43 5 Çile 2019
  • Rojane
Dîlber Mihemed-Lîlav Mihemed
 
SERÊKANIYÊ - Li dijî gefên dewleta tirk li Serêkaniyê çalakiya mertalên zindî hatibû destpêkirin. Çalakiya mertalên zindî ket roja 18'an. Jinên ku beşdarî çalakiya mertalên zindî dibin dibêjin:"Em ê li dijî gefên dewleta tirk her bisekinin. Em nahêlin axa me bê dagirkirin."
 
Li dijî gefên dewleta tirk li Serêkaniyê çalakiya mertalên zindî hatibû destpêkirin. Çalakiya mertalên zindî ket roja 18'an. Jinên ku beşdarî çalakiya mertalên zindî dibin dibêjin:"Dewleta tirk bi gefên ku dikin dê negihêjin tu derê. Em ê rê nedin ku gelê Kurd ji aliyê dewleta tirk ve bê qetilkirin."
 
'Em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin'
 
Jina bi navê Emîna Çolî wiha got:"Ji bo parastina gelê xwe, weke hêza cewherî ya Kantona Qamişloyê em hatin tevlî konê çalakiya mertalên zindî bûn. Em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin. Em ê her doza wan bişopîne û axa xwe biparêze."
 
'Em nahêlin axa me bê dagirkirin'
 
Bedîha Hesarî jî wiha got:"Em wekî jinên Rojavayê Kurdistanê li dijî gefên Erdogan disekinin. Em nahêlin axa me bê dagirkirin. Ji bo dagirker têk biçin çi ji destên me bê em ê bikin. Em ê li dijî gefên dewleta tirk her bisekinin. Em nahêlin axa me bê dagirkirin. Dewleta tirk bi gefên ku dikin dê negihêjin tu derê. Em ê rê nedin ku gelê Kurd ji aliyê dewleta tirk ve bê qetilkirin. Li dijî gefên Erdogan divê hemû cîhan rabe ser piyan."