9’emîn Kongreya HDK’ê dê di 12-13’ê Çileyê de bê lidarxistin
- 11:01 5 Çile 2019
- Rojane
STENBOL - Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK, dê di 12 û 13’ê Çile de, 9’emîn Kongreya xwe ya giştî li Enqerê pêk bîne.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), dê di 12 û 13’ê Çile de 9’emîn Kongreya xwe ya giştî li Otela Akar a Enqerê li dar bixe. Di roja yekemîn a kongreyê de, dê Konferansa Jinan bê lidarxistin. Kongeransa jinan dê bi şîara “Li Kolanan, Malan û Kar…Li Dijî Faşîzmê Jin Di Berxwedanê dene” pêk were.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP9 Pervîn Bûldan, nûnerên jin ên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî konferasê bibin.
Kongreya giştî jî, dê bi şîara “Ked, Aştî û Azadî! Li Dijî Faşîzmê berxwedana civakî” di roja duyemîn de bi tevlîbûna Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî bê lidarxistin.