Xewna Cevriye Guven a dawî: Leyla çima tu nayê?
- 09:54 5 Çile 2019
- Rojane
Dilan Babat
ENQERE - Dayika Leyla Guven a ku ev 59 roj in di greva birçîbûnê de ye, Cevriye Guven do jiyana xwe ji dest da. Keça Cevriyeyê, Fatma Yapali rojên dawiyê yên Cevriyeyê vegot. Fatmayê diyar kir ku dayika wê rewşa Leylayê hês dikir û rojên dawiyê bi Leylayê re nikaribû hevdîtina bi telefonê bike. Fatmayê got:"Dayika min Leylayê nedît û jiyana xwe ji dest da."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja xwe 59'an. Do dayika Leylayê, Cevriye Guven a 94 salî jiyana xwe ji dest da. Cevriyeyê Li Gundê Yapali yê li Navçeya Cihanbeyli ya Konyayê hat definkirin. Leylayê berê jî ji ber ku di girtîgehê de bû nikaribû beşdarî merasima cenazeyê bavê xwe bibe. Leylayê vê carê jî ji ber ku dîsa di girtîgehê de ye nikaribû beşdarî merasima cenazeyê dayika xwe bibe.
'Dayika min bi sekna Leylayê şanaz bû'
Çaremîn zaroka Cevriyeyê, Fatma Yapali têkiliya di navbera Leylayê û dayika wê vegot. Fatmayê diyar kir ku ew 7 xwiş û bira ne û Leylayê ya herî biçûk e loma cihê Leylayê li ba diya min cuda ye. Fatmayê wiha behsa têkiliya Leyla û dayika wê kir:"Ji Leyla bêtir hez dikir û ew ji ber çavên xwe venediqetand. Jinek pir fedakar û polîtik bû. Hewl da ku me hemûyan polîtik mezin bike û bi ser ket. Her dem bi tiştên ku Leyla dikir şanaz bû. Her tevgera Leylayê diya min bêtir bi hêz dikir. Leylayê herî dawî salek berê dayika min dîtibû. Dayika min wê demê nexweş bû. Leyla demek dirêj li vir ma û li dayika min nihêrt. Dayika min bi nexweşiya Alzheimerê bû lê wê tu carî Leyla ji bîr nekir. Her dem pirsa Leylayê dikir û dixwest ew were. Leylayê 15 rojî li ba diya min ma. Diya min ji zarokatiya Leylayê heta mezinbûna wê her tişt dikaribû bi bîr bianiya. Qet ji Leyla venediqetiya her dem destên wê di nava lepên Leylayê de bûn û ji bo ku Leyla li ba wê bimîne dixwest wê qeneh bike."
'Hêza Leylayê ji me hemûyan dibû çavkanî'
Fatmayê da zanîn ku dema Leylayê hat gund û 15 rojî ma rewşa guhd guhertibû û wan ji Leylayê hêz girtîbûn û wiha domand:"Dema dayika min û Leyla dihat gel hevdu me hemû jinên li gund ji wan hêz digirt. Hêza Leylayê ji me hemûyan dibû çavkanî. Em ji wan hînî wêrektiyê dibûn. Dayika min salek berê bi nexweşiya Alzheimerê ket. Nikaribû biaxiviya. Her dem kabûs didît. Her dem di xewna xwe de diaxivî û ji me re digot ka Leyla li ku ye. Me ji wê re negot Leylaye ketiye greva birçîbûnê. Lê wê hês dikir. Wê dixwest Leylayê bê gel wê û wê bibîne."
'Dayika min rewşa Leylayê hês dikir'
Fatmayê da zanîn ku dayika wê her dem kabûs didîtin û wiha got:"Dayika min herî dawî xewnek dîtibû û digot di xewna min de Leylayê hatiye vir lê derî kilîtkirî bû û nikaribû bihata. Dayika min bêyî ku Leyla bibîne çavên xwe girt. Divê dewlet guh bide daxwazên Leylayê. Min got ez ê jî têkevim greva birçîbûnê lê Leylayê ev yek qebûl nekir. Leylayê ji bo aramî û aştiyê ketiye greva birçîbûnê. Loma ev sekna wê her me şanaz dike."
'Me dayik û bavê xwe bê Leylayê defin kir'
Fatmayê dema ku diaxivî hêsirên wê hatin xwarê û herî dawî wiha got:"Me dayik û bavê xwe bê Leylayê defin kir. Ev ji bo me rewşek gelek dijwar e. Divê demildest deng bidin daxwazên Leylayê. Em naxwazin kesek bimire em dixwazin çareserî ji pirsgirêkan re bê dîtin."