ROJEVA 5'Ê ÇILEYÊ 2019'AN
- 09:00 5 Çile 2019
- Rojev
*Hevseroka Meclîsa Navçeya Xerayê a Çiyayê Kizwanan Elya Îsa geşedanên dawî nirxand. Elyayê got:"Divê hemû gelên li Sûriyeyê dijîn hêza xwe bikin yek û li hember dagirkeriyê serî hildin." DÎMEN HEYE
* Endamên HPC-JIN'ê yên li Çiyayê Kizwanan bertek nîşanî gefên Erdogan dan û gotin:"Em ê li dijî dagirkeriyê û li dijî hevalên terorê li berxwe bidin. Erdogan jî hevalê terorê ye. Em ê rê nedin gefên wî. Li dijî gef û dagirkeriyê em her amade ne."DÎMEN HEYE
*Li Kantona Şehbayê bi sedan kes di kampan de bi cih bûne û bi hatina baranê li Şehbayê rewşa kesên ku di kampan de bi cih bûne dijwartir dibe. Berxwedana gelê li Şehbayê ya li dijî sir û sermaya zivistanê didome. DÎMEN HEYE
*Dema qeyûm tayînî şaredariya bajarê Mezin a Wanê bû bi girtina Navenda Jiyanê ya Rojîn re stargeha jinan jî hat girtin. Stargeha ku bi erêkirin û kontrola Midûriyeta Xizmetên Civakî û Malbatî û Walitiyê ve hat vekirin bi hinceta ‘avahî ne baş e’ hat girtin û rêya ku jin bi şidetê rû bi rû bê hiştin, hat vekirin.DÎMEN HEYE
*Fatma Yîgît li Sîlopiyayê di encama bombeya teqyayî de li ber mala xwe bi giranî birîndar bû û jiyana xwe ji dest dabû. Der barê bûyerê de girtekên serlêdana sûc a 3 sal berê li Emniyetê hatibû kirin, hatin bidestxistin.
*Semra Guzel a HDP’î vekişîna DYA’yê ya Rojhilatê Firatê û gotinên operasyonê yên AKP’ê nirxand û wiha got: “Destkeftiyên Kurdan her kesî ditirsîne. Mesayiya Tirkiyeyê ya ji bo Rûsyayê dest pê kiriye. DYA bixwaze jî hema nikare ji wir derkeve. Niha nezelaliyek heye. Faktora Îranê jî girîng e. Hevdîtina tirkiye û DYA’yê hinek tiştan ew ê zelal bike.”
*Xizmên girtiyan diyar kirin ku daxwazên Leyla Guven a 59 roj in di greva birçîbûnê de ye, daxwazên wan e û gotin: “Divê kes bêdeng nemîne. Ev berxwedan ji bo me hemûyan û Rêberê me hatiye destpêkirin.”DÎMEN HEYE
*Jinên Wanê bertek nîşanî kîsikên êdî bi pereyan tê girtin dan û diyar kirin ku êdî nizanin çi bikin û bi lêv kirin ku ew bi zor nan digirin wê çawa kîsikan bigirin.DÎMEN HEYE