'Li Wanê di 2018’an de 9 hezar û 234 binpêkirina mafan qewimîn'

  • 17:02 4 Çile 2019
  • Rojane
WAN – Şaxa ÎHD’ê ya Wanê rapora binpêkirinên mafan a 2018’an aşkere kir. Li gorî raporê di salekê de li Wanê 9 hezar û 234 binpêkirinên mafan pêk hatine. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Wanê têkidlarî binpêkirina mafan a sala 2018’an rapor amade kir û rapor li avahiya xwe bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re aşkere kir. 
 
Di civînê de Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Murat Melet axivî û çalakiya Leyla Guven bi bîr xit û got her roja ku diçe piştevaniya ji bo Leyla Guven berbelav dibe. Murat diyar kir ku divê her kes deng bide dengê çalakiya Leylayê û got: “Divê desthilatdarî demildest bersivê bide vî dengî. Daxwaz demorkatîk e. Em dixwazin tecrîdkirina birêz  Ocalan bê bidawîkirin.” 
 
‘9 hezar û 234 binpêkirinên mafan pêk hatin’
 
Piştî axaftina Murat, Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Servet Ertak rapor xwend û diyar kir ku pirsgirêkên aboriyê yên demên dawî li Tirkiyeyê rê li ber binpêkirina mafan a nû vekiriye û di sala 2018’an de herî kêm 9 hezar 234 binpêkirinên mafan qewimîne. 
 
Li gorî daneyên ÎHD’ê rapora binpêkirinên mafan wiha hat rêzkirin: 
 
"* Kuştinên kiryar nediyar ên edlî: 5
 
* Penaberên jiyana xwe ji dest dan: 3
 
*Rêveberên herêmî yên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan: 1 (Keyayê taxa Ilicak a navçeya Elbakê)
 
* Hêzên ewlehkariyê yên jiyana xwe ji dest dan: 3
 
* Endamên rêxistinê yên jiyana xwe ji dest dan: 10
 
Mirinên bi gûman
 
* Jin: 1 (Jinek 25 salî cenazeyê wê di Gola Wanê de hat dîtin)
 
* Zilam: 1 (Li qeraxê Gola Wanê cenazeyê wî ku gule ji serê xwe xwaribû hat dîtin)
 
* Zarok: 1 (Cenazeyê Berîvan T. ya 17 salî li qeraxê Gola Wanê hat dîtin)
 
* Întîxarên jinan: 1
 
* Jinên di nav malbatê de rastî şidetê hatine: 2
 
* Întîxarên zarokan: 1
 
* Zarokên di nava malbatê de rastî şidetê hatine: 1 (Li Bêgirê cenazeyê pidikekê li newalê hat dîtin)
 
* Cenazeyên endamên rêxistinê yên nedane malbatên wan: 3 (Malbatan serî li komeleya me dane)
 
* Li girtîgehê îşkence û muameleya xerab: 11
 
* Li şûna binçavkirinê îşkence û muameleya xerab: 1
 
* Tehdîta revandinê û sîxûriyê: 3 (Bi awayek takekes serî li komeleya me dane)
 
* Xwepêşandan û çalakiyên hatine qedexekirin: Di serdema OHAL’ê de mehek sax hemû xwepêşandan û meş ji aliyê walîtiyê ve hatin qedexekirin. Her çiqas navê OHAL’ê bi awayek fermî qediya be jî lê qedexekirin bênavber dewam dike.)"