Rewşenbîr, nivîskar û helbestkaran piştgirî dan Leyla Guven

  • 15:52 4 Çile 2019
  • Rojane
ENQERE – Rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên li Enqereyê hatin ba hev diyar kirin ku divê her kes piştevaniya Leyla Guven bike û diyar kirin ku ew jî deng didin dengê Leyla Guven. 
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Enqereyê bi boneya balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 58'emîn de didome, bi beşdariya rewşenbîr, nivîskar û helbestvanan civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya rêxistina HDP’a Çankayê pêk hat û pankarta “Deng bide Leyla Guven bila mirin pêk neyên” daliqandin. 
 
Di civînê de ewil Serokê HDP’a Enqereyê Huseyîn Gevherî axivî û sersaxî ji bo dayika Leyla Guven, Cevriye Guven xwest. Huseyîn got: “Dengê ji girtîgehan bilind dibe em ê bişopînin û teqez wê berxwedan bi ser bikeve. Bêdengiya Wezaretiya Edaletê ya li dijî qêrîna Guven nayê qebûlkirin. Em li Enqereyê rewşenbîr, hunermend, mirovên zanist û nunerên saziyên demokratîk bi hev re, em li vir deng didin daxwazên birêz Leyla Guven ên ji girtîgehê olan didin.” 
 
'Daxwazeke mahsûm e'
 
Nivîskar Fîkret Başkaya jî axivî û got: “Hêzdar ne di ferqa hêza xwe de ji ber vê yekê bê bertek dimînin. Daxwaza bûye mijara rojevê heta dawî mafdar e û daxwazek masûm e. Em nikarin li hember daxwazek wisa bêdeng bimînin. Ez bang li her kesî dikim ku der barê vê mijarê de bi hestiyar bin.” 
 
'Tecrîd êrîşa li dijî mafên mirovan e'
 
Helbestvan Mehmet Ozer jî diyar kir ku tecrîd li dijî rûmet û mafê mafên mirovan êrîşek e û wiha got: “Dij derketina tecrîdê îtîraza mirovatî û hebûnê ye. Em daxwaza hevala xwe Leyla destek dikin.” 
 
Li ser navê Partiya Emekê Fîkret Aslan jî destnîşan kir ku xwedî derketina daxwaza Leyla Guven pir girînge e. 
 
'Tecrîd dijqanûnî ye' 
 
Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Fatîh Kanat jî anî ziman ku tecrîda Tirkiye pêk tîne bêqanûnî ye û got: “Ev tecrîd li dijî peymanên ku aliyê wan e. Rêya çarseriya pirsgirêka kurd di daxwazên Leyla Guven re derbas dibe. Bêyî ku mirin pêk bê divê demildest ev pirsgirêk werin çareserkirin.”