Cevriye Guven hat definkirin
- 15:26 4 Çile 2019
- Rojane
ENQERE - Cevriye Guven bi merasîmeke ku keça wê Leyla Guven tevli nebû hat definkirin. Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kurtulan a ku di merasîmê de axivî diyar kir ku Cevriye bêyî agahiyeke dilê wê xweş bike ji girtîgehê bê jiyana xwe ji dest da.
Dayika Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û Parlamantera Paertiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev 58 roj e di greva birçîbûnê ya bê dem û bêdaroveger de ye Cevriye Guven (94) ku jiyana xwe ji dest da hat definkirin. Cevriye piştî kar û barên olî li gundê Yapaliy yê Cîhanbeyliya Konyayê hat definkirin. Di merasîma cenazeyê Cevriyeyê de li gel xizmên wê Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, parlamenter Şevîn Coşkun, Mehmet Ruştu Tiryakî, Huseyîn Kaçmaz û gelek rêveberên HDP'ê û siyastmedar jî amade bûn.
'Daxwaza dayika Cevriye valakirina girtîgehan bû'
Di merasîma cenazeyê dayika Cevriye de Fatma Kurtulan axaftineke kurt kir û got ku Leyla Guven berê jî dema ku di girtîgehê de bû bavê wê jiyana xwe ji dest dabû. Fatma di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Îro jî dayika Leylayê jiyana xwe ji dest da. Hevala me Leyla ne li nav me ye. Dayika Cevriye ji bo hemû heval, zarok û jinên li girtîgehan tên giritin bi hêvî bû. Bi hêviyeke mezin li benda agahiyeke ku wê kêfxweş bike ji girtîgehê bê ma. Lê mixabin bêyî ku agahiyeke dilê wê xweş bike ji girtîgehê bê jiyana xwe ji dest da. Hevala me Leyla ji bo tevahiya civakê di grevê de ye. Bila daxwaza hevala me Leyla ya rakirina tecrîdê bê qebûlkirin. Daxwaza aramiya civakê hem ya dayika me bû û hem jî ya hevale me ye. Ez hêvî dikim ku têkoşîna wê encam bigire.
Piştî merasîm û definkirin ji bo sersaxiyê kesên li goristanê çûn mala ku Leyla Guven lê ji dayik bûye. Wê sersaxî 3 rojan ji aliyê malbatê ve bên qebûlkirin.