Dayika Leyla Guven jiyana xwe ji dest da

  • 11:02 4 Çile 2019
  • Rojane
AMED - Dayika Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven jiyana xwe ji dest da. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja xwe 58'emîn. Do dayika Leyla Guven, Cevriye Guven li Nexweşxaneya Cihanbey a Konyayê jiyana xwe ji dest da. 
 
Dê Cevriyeyê li Kuçeya Yapali ya Cihanbeyliyê bê definkirin. 
 
Dê Parêzerên Leylayê ji bo beşdarî merasîma cenaze bibe, serî lê bidin
 
Dê Parêzerên Leyla Guven di saetên pêş de biçin Girtîgeha Girtî Girtî ya Tipa E ya Amedê û vefata dayika wê jê re ragihînin. Heger rewşa tenduristîyê ya Leyla Guven dest bide dê ji bo beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe parêzerên wê serî li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bidin. 
 
Her wiha Leyla Guven di serdema ku ji ber doza KCK'ê girtîbû bavê wê jiyana xwe ji dest dabû û nikaribû beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe bibe.