Li Şengalê Cejna Batimzîlê hat pîrozkirin
- 09:35 4 Çile 2019
- Rojane
ŞENGAL - Şengaliyan îsal jî cejna Batimzilê pîroz kirin. Cejna Batimzilê wekî Cejna Tawisê Melek jî tê zanîn. Di cejnê peyamên aştî û azadiyê hatin dayin.
Li Şengalê her sal Cejna Batimzîlê ku jê re Cejna Tawisê Melek jî tê gotin, tê pîrozkirin. Îsal jî Şengaliyan Cejna Batimzîlê pîroz kirin û gotin ku ew dixwazin êdî xwîn nerije û li hemû cîhanê aştiyek mayinde belav bibe.
Jina bi navê Nisan Derman derbarê Cejna Batimzîlê de wiha got:"Di van rojên cejnê de hemû kes diçin serdana hevdu. Herkes bi dilxweşî mêvanên xwe pêşwazî dikin. Xwarina taybet a bi navê sewik di vê rojê de tê çêkirin. Di van rojên bi qîmet de em hêvî dikin aştî li hemû cîhanê belav bibe û keç û xortên me yên di destên çeteyan de rizgar bibin. Em cejna xwe ji dil pîroz dikin û dibêjin ku em hêvî dikin êdî ev şerê li cîhanê biqede."