‘Bi mirinê têm tehdîdkirin, alîkariyê bidin’

  • 09:07 4 Çile 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - G.E ya ji aliyê malbatê ve hepsê malê tê kirin û rastî şîdeta sîstematîk tê banga alîkariyê li rayedaran kir.
 
Jina bi navê G.E îdia kir ku ji aliyê kesên malbatê ve hepsê malê tê kirin û hatiye derbkirin û got sedema şîdeta tê jiyîn daxwaza wê ya di jiyana xwe de mafê gotinê be. G.E xwe gîhand ajansa me û şîdet vegot, banga alîkariyê li jinan û rayedaran kir.
 
‘Ez hepsê malê bûme, bi mirinê têm tehdîdkirin’
 
G.E bi lêv kir ku xalê wê malbata wê lê elimandiye û mêrê ku dixwaze pê re bizewice jî ji malbatê re nebaş hatiye nîşandan û wiha got: “Xalê min dibêje ‘ger keça we bizewice ez ê bikujim.’ Ji ber vê malbatê ez heps kirime. Ez ji aliyê malbatê ve rastî şîdeta sîstematîk a heta mirinê çûye hatim.”
 
‘Xalê min mala me gulebaran kir’
 
G. tiştên jiyaye wiha vegot: “Piştî zanîngeh qedya min ji malbatê re got ez ê bizewicim. Malbatê tiştek negot. Lê xalê min li dijî vê yekê derket. Got ‘ger bizewice ez ê keça we bikujim’.Piştî ez vê yekê hîn bûm ez li xalê xwe geriyam û min got ‘Min destûra malbata xwe girtiye, tu çima naxwazî? Çima tu mêrê ku ez dixwazim pê re bizewicim û malbata wî nebaş nîşan didî?’ Piştî vê mala me gulebaran kir. Birayekî min li leşkeriyê yek li derveyê bajar e. Xalê min li wan geriya û got ‘bên xwişka xwe bikujin. Hûn nekûjin wê bireve’. Xalê min apên min jî tije kir. Li ser vê apê min jî şîdet li min kirin. Li ser şîdetê ez rojekê ji dibistana dixebitim derketim û çûm qerekolê û min gilî kir.”
 
‘Xalê min serlêdanên gilî şûnde kişand’
 
G. wiha got: “Xalê min ji aliyê hemû saziyên dewletê ve tê naskirin. Ji ber vê giliyê min şûnde kişand. Her ku min serlêdana sûc kir, bê encam ma. Ez çûm ku derê gotin ‘em tiştekî nakin’. Ez li xalê xwe geriyam û min got ‘tu çi ji min dixwazî?’ li ser vê dîsa mala me gulebaran kir.”
 
‘Alîkariyê bidin min’
 
G. di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku şîdet gihaştiye asta dijwar û got: “Ez êdî nikarim berxwe bidim. Jiyan li min heram kiriye. Hem mala min hem jî mala birayê min du caran hat gulebarankirin. Ev du sale rastî şîdeta sîstematîk têm. Ji ber şîdetê hemû bedena min reş bûye. Ez banga alîkariyê li rayedar û jinan dikim.”