Ji her devêrên Tirkiyeyê gel diherike Merga Bûtan
- 09:03 4 Çile 2019
- Rojane
COLEMÊRG - Her sal li gel barîna berfê ji her deverên Tirkiyeyê gel diherike navenda şemitandinê Merga Bûtan ku bilindahiya wê 2 hezar û 800 raqim e. Jinên ku ji derveyî bajêr ji bo kaşbaziyê hatine diyar kirin ku ew dema kaşbaziyê dikin pir kêfxweş û şad dibin.
Her sal li Colemêrgê di demsala zivistanê de gel eleqeyeke mezin dide navenda şemitandina Merga Bûtan ku bilindahiya wê 2 hezar û 800 raqim e . Li gel barîna berfê li navenda şemitandinê ya Merga Bûtan bilindahiya berfê gihişte 2 metreyan û ji zarokan heta kalan ji her deverên Tirkiyeyê herkes ji bo ku kaşbaziyê bikin diherikin navenda şemitandinê.
‘Kaşbazî mirov mirov kêfxweş dike’
Jina bi navê Merve Karatas anî ziman ku şemîtandin kêfxweşiyê dide wê û wiha axivî;” Ev cara yêkem e ez têm ji bo kaşbaziyê. Bi rastî hem kêfxweşiyê dide mirov û hem jî mirov pir pê şad dibe. Piştî ku damsala şemîtandinê dest pê kir ji bo ku kaşbaziyê bikim ez hatim vir. Ez ez zêde ne pisporim di kaşbaziyê de lê dîsa jî ez pir kêfxweş dibim ku ez niha li vir im. Kaşbazî hem mirov ji tengasiyan dûr dixe, hem jî mirov kêfxweş dike. Şev û roj em daxwaz dikîn ku berf bibare û em werîn li vir kaşbaziyê bikîn. Em barîna berfê ji xwe re nakîn derd û li dijî hemû zehmetiyan tên vir. Ez ê ji vê demê şûnde her dawiya hefteyê werim vir û ji bo ku ez niha li virim jî ez pir kêfxweş im.”
‘Ji bo kaşbaziyê ji Eskîşehirê hatime’
Jina bi navê Kubra Kaplan ji diyar kir ku ew ji Eskîşeherê ji bo kaşbaziyê hatiye Colemêrgê û got ku kêfa wê pir ji kaşbaziyê re tê Kubra wiha berdewam kir:” Ez ji Eskîşehêrê hatime. Bêgûman ez her sal ji bo ku kaşbaziyê bikim ez têm vir. Her çiqas di kaşbaziyê de ez ecemî bim jî , ez pir zêde pê şad dibim. Ji her derê gel ji bo ku kaşbaziyê bike, tê Colemêrgê. Ji hemû deveran kes ji bo kaşbaziyê tên vê navendê. Ji zarok, heta kalan herkes li vir e. Zarok û bi dayîkên xwe re tên heta êvaran kaşbaziyê dikin. Ez hinekî ecemî me lê bi ketina xwe ya ser berfê jî gelek kêfxweş dibim. Ez bang li her kesî dikim ku bên vê kêfxwseşiyê bijîn.”
‘Em salê 5 - 6 caran ji bo kaşbaziê tên’
Celîle Pekbîlen jî da zanîn ku ew ji Mêrdînê ji bo kaşbaziyê hatiye Colemêrgê û ev tişt got:”Di demsala zivistanê de berf bi qasî ku li Colemêrgê dibare, li Mêrdînê nabare. Em berf û zivistanê guhdarî nakîn û her demsala zivistanê em ji bo kaşbaziyê tên colemêrgê. Her sal em malbat bi hev re 5 yan jî 6 caran tên kaşbaziyê. Îsal ez ê ji neviyên xwe re jî bibêjim bila ew jî bên vêderê. Hem kal, hem jî zarok pir kêfxweş dibin. Ez bi hatina xwe ya vir gelek kêfxweş im."