Bêhna xwezayê ya Gundê Patirzana Rojava
- 09:02 4 Çile 2019
- Rojane
Rojda Seyid Xan
QAMIŞLO - Jinên Qamişloyê derbarê jiyana gund û xwezaya wê de anîn ziman ku ew bi dengê çivîkan û bêhna gul û sosinan her sibeh hişyar dibin û gotin:"Ji bo tenduristiyê û jiyanek aram gund gelek baş e. Em ji jiyana xwe ya li gund gelek kêfxweş in."
Li Gundê Patirzana Dêrikê ya Qantona Qamişloyê di nava jiyanek xwezayî de jin hêviyên xwe mezin dikin. Jinên li Gundê Patirzanê dijîn, dibêjin:"Dema em serê sibehê radibin, bêhna şênkayiyê em dikişînin, çêlekên xwe didoşin û nanê tenûrê lê dixin em dizanim ku em di nava jiyanek xwezayî de dijîn. Em jiyana li gundê xwe bi hezar jiyanên bajêr nadin."
'Min di her qada jiyanê de kedeke mezin daye'
Jina bi navê Enisa Hisko ku 40 salî ye û li Gundê Patirzanê dijî, da zanîn ku ew ji kar û xebatê gelekî hez dike û wiha got:"Ez serê sibehê zû ji xewê radibim diçim çêleka xwe didoşim. Her wiha ez êm didim mirîşkan jî û piştre çêleka xwe dibim nava dewarên din. Dema ku vedigerim malê ez taştê ji zarokên xwe re amade dikim û wan dişînim dibistanê. Piştre ez amadekariya xwarina nîvroyê dikim û li benda zarokên xwe dimînin û heta ku ji dibistanê vedigerin. Ez di heman demê de nanê tenûrê jî lê dixim. Min di her qada jiyanê de kedeke mezin daye û niha jî didim."
'Ji ber teknolojiya pêşketî xweza jî zirarê dibîne'
Jina bi navê Necîma Osman a 90 salî anî ziman ku xweza her ku diçe bêtir zirarê dibîne û wiha got:" Di dema berê de, me karê paleya nok û nîskan dikir. Dema ku roj diçû ava ez û hevalên xwe diçûn çolê û me pezên xwe didotin. Piştre jî me ji xwe re stran û çîrok digotin, her wiha gund ji bajaran xweştir e, ji ber ku bayê wê xweş e û hemû kesên ku lê dijîn bi hev re alîkar in. Dema ku em vedigeriyan malê me nan çê dikir û her wiha me av ji çem dikişand. Di dema berê de me pir kar bi destên xwe kir. Berê her tişt bi keda destan dihat kirin. Berê xweza ewqas qirêj nedibû. Ji ber ku teknolojî pêş ketiye loma xweza jî zirarê dibîne."
'Me merş û meşk çê dikirin'
Herî dawî jina bi navê Emîna Mustefa ya 65 salî wiha got:"Dayika me ji zarokatî merş û meşk hînî me kir. Me merş û meşk çê dikir. Her wiha me pêdiviyên xwe yên zivistanê li malê çê dikir, me genimê xwe dikeland û me dikir savar û me bi destan dihêrand. Me di dema berê de gelek derman ji giyayan çê dikirin. Weke hîro, giyakê sêva û gelek dermanên din. Ji bo tenduristiyê û jiyanek aram gund gelek baş e. Em ji jiyana xwe ya li gund gelek kêfxweş in. Dema em serê sibehê radibin, bêhna şênkayiyê em dikişînin, çêlekên xwe didoşin û nanê tenûrê lê dixin em dizanim ku em di nava jiyanek xwezayî de dijîn. Em jiyana li gundê xwe bi hezar jiyanên bajêr nadin."