Daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hat redkirin

  • 12:42 1 Çile 2019
  • Rojane
STENBOL - Serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo biçin hevdîtina mûwekîlên xwe cara 777’an ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsa ve hat redkirin.
 
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Huseyîn Bogatekîn û Cengîz Çîcek ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bikin cara 777’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsa serlêdana parêzeran red kir.   
 
Parêzerên Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an û vir ve her tim bi îdîaya “muxalefeta hewayê heye" “koster xera be ye",  “koster di tamîrê deye" “OHAL”  û "Rastî cezayê dîsîplinê hatiye" rastî astengiyan tên û nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin bikin.