3 jin û 3 heval: Sêvê, Pakîze û Fatma
- 09:18 1 Çile 2019
- Rojane
ŞIRNEX-Li Sîlopiyê 3 sal berê di qedexeya derketina derve de ji 3 jinên Kurd yê hatin qetilkirin yek Pakîze Nayir bû. Dayika Pakîzê, Behiye Nayir wiha got: “Ji her kesên ku ji vê dozê hez dikirin, hez dikir. Têkoşîna wê ez ê berdewam bikim. Îro sê jin, 3 hevalên hev Sêvê, PakÎze û Fatma ji hemû jinan re bûn mînak.
Sêvê, Pakîze, Fatma… Di 4’ê Çile de li Sîlopiya Şirnexê di qedexeya derketina derve de sê jinên siyasetmedar ên Kurd hatin qetilkirin. Yek ji van jinan Pakîze Nayir ya 24 salÎ bû. Pakîze li Sîlopiyê hat dinê û mezin bû. Pakîze di temenê biçû de berpirsyariya aborî û manevî ya malbatê hilgirt û hîna 12 salî bû di tekstîlekê de xeibtî. Di mehên biharê de jî bi malbatê re wek karkera demsalî xebitî. Hem debara malbatê dikir hem jî bû yek ji parçeyê têkoşîn û azadiya Gelê Kurd. Di temenê ciwan de tevlî xebatên siyasî û jinan bû Pakîze. Dukana kuafurê vekir û li aliyê din jî Hevserokatiya Meclîsa Gel a Sîlopiyê kir.
3 jin 3 heval
Li Sîlopiyê di dema qedexeya derketina derve de di 4’ê Çileyê de bi şev li taxa Karşiyakayê pevçûn pêk dihat Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Uyar bi guleyên ji wesayîta zirxî hatin barandin , hatin qetilkirin. Dayika Pakîzê, Behiye Nayir diyar kir ku keça wê gelek bi cesaret, tu car şûnde gav navêtiye û ji ber vê her kesî jê hez dikir û wiha pê de çû: “Çi dibe bila bibe ez ê doza keça xwe bişopînim. Min soz da keça xwe. Ez niha di HDP’a Sîlopiyê de rêveberiyê dikim.”
‘Ji doza xwe pir hez dikir’
Behiyeyê wiha berdewam kir: “Ji zarokatiyê de ji vê dozê hez kir. Pirtûk dixwend. Ji her kesê di vê dozê de hez dikir. Neheqî li kesî nedikir. Jinek ciwan bû, dixebitî. Dukana wê hebû. Jinek jîr bû. Hêviya malbata me bû. Her kes diparast. Mirovek pratîk bû. Ji zarokatiyê de ji bo têkoşînê xebitî. Herî dawî ji xwe di riya têkoşîna xwe de jiyana xwe ji dest da.”
Behiyeyê ev tişt vegot: “Ez wê şevê tiştên hatin jiyîn tu car ji bîr nakim. Ev hovîtî ne tenê li hember keça min li hember hemû Glê Kurd pêk hat. Zarokên me Kurd in.Ji bo doza xwe ji bo zimanê xwe têkoşîn dan. Edelet û azadî dixwestin. Çima mafê hemû cîhanê heye ku van dixwazin çima yê kurdan tune ye. Keça min endama partiyê bû. Keça min terorîst îlan kirin. Ger li ser axa Kurdistanê bijî, sê salî be jî ji bo wan terorîstin.”
‘Em şopdarên dozê ne’
Behiyeyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku çi dibe bila bibe wê heta dawî li pişt doza keça xwe be û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez ê têkoşîna wê bidomînim. Keça min wê rojê bi dehan carî li ambulansê geriya. Got ‘em birîndarin em ê bimrin’. Lê dîsa jî neşandin. Gulebaran kirin, bi zanebûn keça min û hevalên wê şewitandin. Em li pey doza wan in.Em ê li pey doza awan biçin. 3 jin 3 heval, Sêvê, Pakîze û Fatma ji bo hemû jinan bûn mînak.”