ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2019'AN

  • 09:00 1 Çile 2019
  • Rojev
*Ez dayîkek im, di heman demê de dayîkek ciwan im; hinek caran zarokek im, hinek caran jî mezin difikirim. Li gorî demê û berpirsiyariyê derûniya min jî tê guhertin. Di temenek biçuk de bûyîna dayîk bi xwe re deruniyên wiha cihêreng derdixe holê. Dîsan jî bi xwe bawer im û her karê bidim pêşiya xwe dikim. Li gel hemû zoriyan jî çî dibe bila bibe ez bi biriyar im tenê di xetekê de bimeşim. Ew jî xeta ku bi felseferya Rêber Apo hatî ronîkirin e. 
 
*B.K.D yê 16 salî dema diçû pîrozbahiya Newrozê ji ber pûşiya kesk, sor û zer pê re bû, hat binçavkirin û bi îdiaya ‘teşebusê propagandayê kiriye’ 10 meh ceza lê hat birîn. Doz birin Dadgeha Destûra Bingehîn.
 
*Li Tirkiyeyê krîza aborî her roj kurtir dibe û ji vê krîzê jî herî zêde jin bi bandor dibin. Jina bi navê Bahar Kazandioglu ya ku 2 sal in bi çêkirina lihêfan debara xwe dike,  bertek nîşanî neçareserkirina krîzê da û got ku ku ji ber vê krîzê karê wan nema dibe. BI DÎMEN
 
*Li Sîlopiyê 3 sal berê di qedexeya derketina derve de ji 3 jinên Kurd yê hatin qetilkirin yek Pakîze Nayir bû. Dayika Pakîzê, Behiye Nayir wiha got: “Ji her kesên ku ji vê dozê hez dikirin, hez dikir. Têkoşîna wê ez ê berdewam bikim. Îro sê jin, 3 hevalên hev Sêvê, PakÎze û Fatma ji hemû jinan re bûn mînak. BI DÎMEN
 
*Xwişka Tugba Bahadir ya ku hat îdiakirin li Etaba Yekemîn a TOKÎ’yên Nû ya Artemîtê, Aynur Kayrin diyar kir ku der barê mirina wê de lêkolîn kirine û got xwişka wê Tugbayê întîxar nekiriye. Aynurê wiha berdewam kir: “Roja piştî bûyerê cîranek wan derdikeve ser sîwanê û li wir gure û telikê dibîne. Ji polîs re dibêje ev aîdê Tugbayê ye lê polîs dibêje ‘hun pir xeyalan dikin’.”
 
*Ayla Akat Ata ku piştî greva birçîbûnê ya 10 hezar girtiyan a di 2012’an de ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe, tevlî hevdîtina li Grava Îmraliyê bû hevdîtina 3’ê Çileyê 2013’an vegot. Aylayê diyar kir ku herî baş jinan tecrîd fêm kiriye û balkişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven. BI DÎMEN