Berxwedana Sakîne Cansiz bû kurtefîlm
- 15:39 31 Kanûn 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurtefîlmê bi navê ‘Di 10 salan de 3 roj’ a li ser jiyana yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz di 9’ê Çileyê de ew ê were pêşandan.
Navenda Çand û Hunerê ya Niweger li ser berxwedana yek ji kadroya pêşeng a PKK’ê Sakîne Cansiz a di Zindana Amedê de kurtefîlmekî dikişîne.
Kurtefîlmê bi navê ‘Di 10 salan de 3 roj’ qala berxwedana Sakine Cansiz a li hemberî zilm û zordariyê dike.
30 endamên navenda çandê di fîlm de dilîzin û amadekariyên kurtefîlm di qonaxa dawîn de didome.
Fîlm li ser bingeha pirtûka Sakine Cansiz a bi navê ‘Jiyana min her şer bû’ hatiye amadekirin. Di fîlm de sûd ji nirxandinên hevalên Cansiz ên têkoşînê û bîranînên wê hatiye wergirtin.
Fîlm ew ê di 9’ê Çileyê de were pêşandan a ku salvegera qetilkirina sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez e.
Navenda Çand û Hunerê ya Niwegerê ew ê bi vî kurtefîlmî tevlî festîvalan bibe.