'Çalakger heta daxwazên wan bên qebûlkirin wê çalakiya xwe bidomînin'

  • 15:38 31 Kanûn 2018
  • Rojane
STENBOL - Înîsiyatifa Girtigehan a Greva Birçîbûnê ya Marmara, ji bo li daxwazên 94 girtiyên siyasî yên li 24 girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi girevê kirine xwedî derkevin, banga hestiyariyê kir. Aktîvîstên înîsiyatifê li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê kom bûn û xwestin ji bo li girtîgehan kes jiyana xwe ji dest nedin her kes li daxwazên girtiyan xwedî derkevin û guh bidin daxwazên girtiyan. 
  
Înîsiyatifa Girtigehan a Greva Birçîbûnê ya Marmara, bi armanca balê bikişîne ser daxwaza girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Ocalan ketine greva birçîbûnê û daxwazên girtiyan bînin ziman li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakî pêk anîn. Endam û nûnerên înîsiyatifê bi armanca balê bikişînin ser daxwazên 94 girtiyên siyasê yên li 24 girtîgehan dest bi çalakiyê kirine daxuyanî dan û banga hestiyariyê kirin. Di çalakiyê de pankarta “Leyla Guven mafdar e! Divê tecrîd rabe!" vekirin û dowîzên "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye", “Deng bidin dengê berxwedanê" û  “Leyla Guven rûmeta me ye" bilind kirin. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengiz Çiçek û rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan jî amade bûn. Dîsa gelek nûnerên saziyên sivîl û rêxistinên demokratîk jî tev li çalakiyê bûn. Endamên Meclîsa Aştiyê jî tev li çalakiyê bûn û piştgiriya xwe anîn ziman. 
 
Ewil Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Guler Bugday, diyar kir ku Leyla Guven vîna wan e û çalakiya wê mafdar e. Guler wiha got: “Leyla Guven, 54 rojin li dijî tecrîdê di çalakiyê de ye. Ne ji bo xwe ji bo aştî û demokratîkbûna hemû Tirkiye ev yek kir. Ji bo zext û zilma li ser gelan bi dawî bibe bedena xwe da ber mirinê. Gelek girtiyên siyasî bi heman armancê bedena xwe dan ber mirinê. Ev daxwaza wan mafdar e û divê her kes li daxwazên wan xwedî derkevin. 
 
'Tecrîd sûcê mirovahiyê ye'
 
Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Sultangazî Zubeyde Înce jî daxuyşanî da û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê pêvajoya çareseriyê ku di salên  2013 û 2015'an de dest pê kiribû xera kir û wiha got: "Piştî îktîdarê ev pêvajo xera kir, li Tirkiye şer, kuştin û aloziyê dest pê kir. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye.  Birêz Abdullah Ocalan 3 salin nikare bi xizmên xwe re hevdîtin bikin û bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Divê bi lez ev tecrida mutlaq bi dawî bibe. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Sûcê herî mezin ê li dijî hiqûqê ye. Çalakiya Leyla Guven di roja 54’an de ye. Niha bi heman daxwazê li 24 girtîgehên Tirkiye 94 girtî ketine greva bê dawî û bê dorveger. Ger ku daxwazên wan pêk neyê dê hêjmara kesên jiyana xwe ji dest bidin dê zêde bibe. Divê her kes hestiyar tev bigerin û li çalakiya wan xwedî derkevin" 
 
Zubeyde bang li her kesî kir û wiha got: 
 
"* Divê ji bo daxwazên girtiyan pêk bên zextan li qada navneteweyî, Serokê Komara Tirkiye bikin. 
 
* Di serî de saziyên tenduristî, hiqûq û parazvanên mafên mirovan û hemû sazî, komele û rêxistên sivîl û demokratîk divê li mafên mirovan xwedî derkevin. 
 
* Ji di çalakiya grevê de kes jiyana xwe ji dest nede divê daxwazên wan pêk bên û vîtamîna B1 bidin wan û piştgiriya tenduristiyê bidin girtiyan. Dive cewaerî jî li daxwaza wan xwedî derkeve. 
 
* Divê rewşenbir, demokrat û sosyalîst ji bo daxwazên girtiyan hestiyar tev bigerin. 
 
* Divê rayedarên dewletê guh bidin daxwazên girtiyan û gavan bavêjin." 
 
Çalakî bi dirûşmeyên “Leyla Guven rûmeta me ye" û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne" berz kirin.