KESK: Em medyaya lîncê naxwazin

  • 15:08 31 Kanûn 2018
  • Rojane
ENQERE - Platforma Şaxan a KESK'ê li dijî zimanê medya hawiz daxuyanî da. Berdevkê Demî yê Platformê yê Enqereyê Îsmet Meydan, xwest zext û tundiya li dijî çapemenî û rojnamegeran bi dawî bibe û got: "Em medyaku rastiyan berovajî dike û vedişêre, medya ku propaganda îktîdarê dike, zimanê linç û nifrînê pêş dixe naxwazin." 
 
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Enqereye bi armanca balê bikişîne ser zimanê medya hawiz bi dirûşmeya “Em mafê xwe yê agahîstendinê dixwazin" li Şaxa BES'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Berdevkê Demî yê Platformê yê Enqereyê Îsmet Meydan, xwest zext û tundiya li dijî çapemenî û rojnamegeran bi dawî bibe û got: "Em medyaku rastiyan berovajî dike û vedişêre, medya ku propaganda îktîdarê dike, zimanê linç û nifrînê pêş dixe naxwazin." 
 
Îsmet, diyar kir ku li Tirkiye 142 rojnameger girtî ne û wiha berdewa kir: "Li Tirkiye li dijî muxalif, siyasetmedar û rojnamegerên muxalif hemû cureyên zext û tundiyê heye. Bi tirsê dixwazin her kesî bêdeng bikin. Ji ber nûçeyekê rojname ango kanala TV  yekê rastî ceza tê û tê girtin. Rojnameyên bi rastî dixwazin bigêjin gel rastî cezayên pereyan ên giran tên. Nêzî hezar rojnamger bê kar hatin hiştin. Li vî welatî hemû kesên aştî, demokrasî, mafên mirovan û edaletê dixwazin ji aliyê medya îktîdarê ve dibin hedef û tên lînçkirin. Heri dawî Rojnameger Fatîh Portakal û hunermend Mujdat Gezen û Metin Akpınar ji aliyê Serokomar Recep Tayyip Erdogan ve hedef hatin nîşandan. Em medya lîncê naxwazin. Em dixwazin zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibe û rojnamegerên girtî tev bên berdan."