'Em ê heta dawî axa xwe biparêzin'

  • 14:25 31 Kanûn 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Endamên HPC'ê yên Kobanê gefên dewleta Tirk şermezar kirin û gotin:"Em ê heta dawî axa xwe biparêzin. Heta em sax bin em ê têbikoşin."
 
Endamên Hêza Parastina Civakî (HPC) yên ku beşdarî çalakiya konê mertalên zindî bûn gotin:"Tu hêz nikare îradeya me têk bibe. Em natirsin û em ê heta dawî li berxwe bidin. Sonda me parastina welatê me ye."
 
'Em ê hêz û têkoşîna xwe mezintir bikin'
 
Jina bi navê Xanim Hemed ya ji gundê Qeremuxê ku cihê xwe di nava HPC'ê de digire wiha got:" Em û gelê xwe bi tevahî welatê xwe ji qirêjan diparêzin. Heta jin hebe tu kes nikare welatê me dagir bike. Ji bo ku axa me hin zêdetir bê parastin, em ê hêz û têkoşîna xwe mezintir bikin."
 
'Sonda me paristina welatê me ye'
 
Her wiha Kewser Osman jî li ser parastina welat  wiha got:" Em wek hêza cewherî  me sond xwariyê ku heta xwîn di canê me de hebe, em ê gelê xwe biparêzin. Em  ê tev bi gelê xwe re rabin ser piyan û hember vî  şerî bisekinin."
 
'Em ê heta dawî axa xwe biparêzin'
 
Zêneb Ehmed jî ku li Kobanê cihê xwe di nva HPC'ê de digire wiha hestên xwe anî ziman:"Bi roj û şev em di nava tevgerê de ne. Îro di roja 15'an de çalakiya konê mertalên  zindî dewam dike. Em jî wek hêza parastina civakî parastina kesên ku beşdarî çalakiyê dibin dikin. Ji bo gefên dewleta Tirk em parastina axa xwe bi şev û bi roj dikin. Em ê heta dawî axa xwe biparêzin. Heta em sax bin em ê têbikoşin. Tu hêz nikare îradeya me têk bibe. Em natirsin û em ê heta dawî li berxwe bidin. Sonda me parastina welatê me ye."