'Dê têkoşîna me bidome'

  • 14:01 31 Kanûn 2018
  • Rojane
SERÊKANIYÊ - Mamosteyên Kantona Hesekê yên ku tevlî çalakiya mertalên zindî bûn li dijî gefên dewleta tirk bertek nîşan dan û dan diyarkirin ku gelê Rojava bi tevahî dê têkoşîna xwe ya li dijî dagirkerî û faşîzmê bidomînin. 
 
Çalakiya konê mertalên zindî yê ku li ser sînorê bajarê Serêkaniyê û Bakûrê Kurdistanê hat vedan di roja xwe ya 13'an de didome. Mamosteyên Kantona Hesekê yên ku beşdarî çalakiyê bûn gotin:"Wekî mamoste çi peywir bikeve ser milê me em ê bikin. Em ji bo têkoşînê her amade ne."
 
Endama Rêveberiya Dibistana Giştî ya Kantona Hesekê Xunav Mele Brahîm got:"Em êrîşa dewleta tirk şermezar dikin. Dewleta tirk bi êrîşên xwe destkeftiyên gelê Kurd hedef digirin. Em ê destûrê nedin ku ew deskeftiyên gelê Kurd binpê bikin. Em ê heta dawî li berxwe bidin. Dê têkoşîna me bidome."