JAS: 2019 wê bibe sala berxwedanê ya jinan
- 13:13 31 Kanûn 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - JAS'ê sala nû pîroz kir, bal kişand ser destketiyên sala 2018'an û wiha got, "Em ê sala 2019'an bikin sala berxwedana jinan."
Jinên Azad ên Sosyalîst (JAS) bi wesîleya sersalê daxuyaniyeke nivîskî weşand. JAS'ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "
Sala 2018'an a têkoşînê ku bi berxwedana Efrînê dest pê kir, em di pêvajoyeke wiha de bi dawî dikin ku ji bo berxwedaneke nû û mezintir amadekariyan bikin."
Di dewama daxuyaniyê JAS'ê de ev tişt hat gotin, "Sala 2018'an bû saleke ku me destketiyên şoreşa xwe ya jinê ya li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mezin kirin û hêzên xwe yên xweparastinê xurt kirin. Jinên ku li refên herî pêş ên berxwedana Efrînê cih girtin, di nava salê de li kolanan, li çeperan şoreşa me ya jinê parastin."
'Berxwedana Leylayê deng veda'
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dawiya sala 2018'an bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirin û li her parçeyên Kurdistanê, zindanan û Ewropayê belav bû. Herwiha JAS'ê ragihand ku Erdogan ji bo fetisandina şoreşa jinê û ji bo dagirkeriyê li firsendê digere, hat destnîşankirin ku wê rê nedin êrîşan û di dawiyê de ev tişt hat gotin: , "Em ê sala 2019'an bikin sala berxwedana jinan û sala nû li jinan hemûyan û gelan pîroz dikin."