Berxwedêrên Stasbourgê: Wê ev sal bibe sala azadiya Rêber Apo

  • 12:30 31 Kanûn 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN  -15 çalakgerên greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger, ji bo sala nû peyamek dan û diyar kirin ku di sala 2019'an de wê ji bo azadiya Ocalan û Kurdistanê têkoşîn bê geşkirin û faşîzm were têkbirin.
 
15 çalakgerên greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger, ji bo sala nû  daxuyaniyeke dan û di daxuyaniya xwe de ev peyam danpeyamek dan: " Sala 2018 ji bo Gelê Kurd bûye saleke ku berxwedan lê geş bûye û Gelê Kukrd li çar parçeyên Kurdistanê li dijî komkujiyan li ber xwe daye. Gelê Kurd tirsa ji çeteyên DAÎŞ'ê şikand û bû hêvî ji gelên Rojhilata Navîn û cîhanê re." Herwiha hate ragihandin ku bi têkoşîna sala 2018'an DAÎŞ tengav bûye.
 
'Bi hemû derfetên xwe êrîş dikin'
 
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, ku bi mezinbûna têkoşîna azadiyê re, hêzên serdest, dagirker û faşîst ji bo ji nû ve komployê bikin, dest bi êrîşê kirin.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî polîtîkayên durû yên Amerîka û Ewropayê, kurdan bi navê mirovahiyê bi xurtî û berfirehî li ber xwe dane û hate destnîşankirin ku rûyê faşîst ê AKP û Erdogan sala 2018'an bi dagirkirina Efrînê hîn aşkere bûye. Çalakgeran diyar kirin ku tifaqa faşîst a Erdogan û AKP-MHP'ê ji bo pêşî li tinebûna xwe bigirin, bi derfetên xwe yên şer hemûyan êrîşî Gelê Kurd û destketiyên wan dike.
 
'Em bi hemû hêza xwe sala nû pêşwazî dikin'
 
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:  " Gelê Kurd bi xurtkirina berxwedanê dest bi sala 2019'an dike. Di sala nû de wê li dijî planên komkujî û dagirkeriyê yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn, berxwedaneke xurt bê kirin û planên wan wê ji hev werin xistin. Di sala 2019'an de têkoşîna azadiyê ya li dijî Erdogan, wê bi ser bikeve."
 
Di daxuyaniya çalakgeran de hate ragihandin ku di sala 2019'an de wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û faşîzm têk biçe. Sala 2019 wê bibe sala azadiya Rêber Apo û gel.
 
Banga xurtkirina têkoşînê hat kirin
 
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Em bang li Gelê Kurd dikin ku bi dirûşma 'tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin, Kurdistanê azad bikin' berxwedan û têkoşînê xurt bikie. Sala 2019'an wê bibe sala azadiya Rêber Apo û Kurdistanê."
 
Herî dawî jî sala nû li Gelê Kurd û mirovahiyê hate pîrozkirin.