'Li Lubnanê ji bo çalakiya Leyla Guven 50 kes ketin greva birçîbûnê'
- 12:26 31 Kanûn 2018
- Rojane
LUBNAN - Bi dirûşma "Tecrîdê bişkînin faşîzmê têk bibin bi Rêber Apo re azad bijîn" Kurdên li Lubnanê ji bo piştigiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kirin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştigirya ji bo çalakiya Leyla Guven didome. Bi dirûşma "Tecrîdê bişkînin faşîzmê têk bibin bi Rêber Apo re azad bijîn" Kurdên li Lubnanê ji bo piştigiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya greva birçîbûnê li Navenda Komeleya Newrozê hat destpêkirin. Endamên Kongreya Star, Komeleya Newroz, TEV-DEM'ê, PYD'ê beşarî çalakiya greva birçîbûnê bûn.
Berdevka Komeleya Newrozê Henan Osman wiha got:"Em wekî gelê Kurd li kîja welatî be bila bibe em têkoşîna xwe ya ji bo aştî û azadiyê her didomînin. Em ê heta dawiyê piştigriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven. Em bang li hemû rêxistinên navneteweyî dikin ku di vî warî de bi hestiyarî tev bigerin û piştigriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê."