Ji bo piştigiriya çalakiya greva birçîbûnê li Minbicê kon hat vegirtin
- 12:19 31 Kanûn 2018
- Rojane
Sîlva Birahîm
MINBIC - Ji bo şermezarkirina gefên Erdogan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven li Minbicê bi dirûşma "Bi rihê ciwanên şoreşger li dijî dagirkeriyê şer bikin" kon hat vegirtin.Nûnera Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Sîne Mihemed a ku beşdarî çalakiyê bû got:"Biryara vekişandina Amerîkayê gavek siyasî ye. Lê em ê li Minbicê parastina xwe û têkoşîna xwe bidomînin."
Ji bo şermezarkirina gefên Erdogan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven li Minbicê bi dirûşma "Bi rihê ciwanên şoreşger li dijî dagirkeriyê şer bikin" kon hat vegirtin. Nûnera Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Sîne Mihemed a ku beşdarî çalakiyê bû û derbarê biryara vekişandina Amerîka û çalakiyên greva birçîbûnê ya Leyla Guven de axivî û got:"Em piştgiriyê didin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe dabû destpêkirin. Amerîka leşkerên xwe ji Minbicê vekşîne yan venekşîne jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê radestî gefên desthilatdaran nebin."
'Dem dema parstina aştî û azadiyê ye'
Sîneyê wiha got:"Bi vegirtina konê çalakiya ji bo piştgiriya greva birçîbûnê gelê li Minbicê nîşan da ku ew li dijî dagirkeriyê ne. Ji bo rê li diyalogên aştiyê vebin divê tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Ev tecrîd çiqas bidome dê ewqas zêde alozî dirêj bibe. Divê em ji bo ku dawî li van aloziyan bên têbikoşin. Divê hêzên navneteweyî jî bi hestiyarî nêzê vê yekê bibin. Dem dema parstina aştî û azadiyê ye."
'Em ê radestî gefên desthilatdaran nebin'
Sîneyê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Biryara vekişandina Amerîkayê gavek siyasî ye. Lê em ê li Minbicê parastina xwe û têkoşîna xwe bidomînin. Em piştgiriyê didin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe dabû destpêkirin. Amerîka leşkerên xwe ji Minbicê vekşîne yan venekşîne jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê radestî gefên desthilatdaran nebin."