Li Hatayê jinek hat qetilkirin
- 11:58 31 Kanûn 2018
- Rojane
HATAY – Li Antakyayê cenazeyê jinekê di kîsê danîn ber konteynira çopê de hat dîtin.
Li taxa Haranpaşa ya navçeya Antakyayê ya Hatayê cenazeyê jinekê di kîsê danîn ber konteynira çopê de hat dîtin. Karkerên paqijiyê yên şaredariyê ku cenaze dîtin agahî dan polîsan. Piştre polîs hatin cihê bûyerê tespît kirin ku cenaze aîdî jinekê ya bênasname bi awayek dest û piyê wê girêdayî ye.
Ji bo otopsiye cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Mustafa Kemal a Hatayê.
Polîsan der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.