'Em hêvî dikin ku sala nû bibe sala azadiya gelê Kurdistanê û hemû cîhanê'

  • 09:11 31 Kanûn 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Tevgera Jinên Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn Roken Cûdî karê sala 2018'an nirxand.
 
Endama Rêveberiya Tevgera Jinên Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn Roken Cûdî xebatên sala 2018'an ên Kantona Qamişloyê nirxand. Rokenê wiha got:" Kevana Zêrîn di 2016'an de hate avakirin. Di 2017'an de konferansek Bakûrê Sûriyeyê hat lidarxistin. 250 delege ji hemû pêkhateyan di nava konferansa Kevana Zêrîn de amade bûn. Di destpêkê de me navenda xwe li bajarê Qamişloyê vekir û piştre me şaxê xwe li hemû bajarên din vekirin."
 
Rokenê got:" Ji salê carekê civîna me ya salane tê lidarxistin. Wek Rêveberiyên Kantonan ji her 6 mehan carekê em tên cem hev û civîna xwe li dar dixin, hemû rewşa Kevana Zêrîn tê nirxandin û rapor tê xwendin, li ser kêmasiyan tên sekinandin. Her wiha beriya şoreşê me di nava TEV-ÇAND'ê de xebat dikir. Me bi dersên fikir û raman dest pê kir. Mûzîka qapîtalîzimê ya ku bandor li ser zarokan kiribû li ser hate sekinandin. Niha jî derfetên fêrkirina hemû amûrên mûzîkê û bi karanîna wan heye.  Her wiha di sala 2018'an de jî festîvala Orkêş li Bakûrê Sûriyeyê wek pêşbirkekê di nava zarokan de hate çêkirin, bi giştî zarokê xwedî hûner cihê xwe di nav de girtin. Di wê pêşbirkê de jî em wek kevana zêrîn me xebata yekemîn bi awayekî serkeftî pêk anî."
 
Perwerdeya beşa şanoyê 
 
Rokenê wiha dewam kir:"Pewerdeya şanoyê 6 mehan hate dayîn. Li ser dîroka û taybetmendiya şanoyê ders hat dayin.  
Di demên dawî de jî biryar ji aliyê mala jinê ve hate dayin  ku şano li kolanan bê lîstin. Her wiha dersên dansê jî hatin dayin. Di serdema rejîma BAAS'ê de girtina govendê qedexe bû. Li niha ji bo ev çanda me ya govendê bidome, xebatên me didomin. Li herêmên ereban me wekî rêxistina Kevana Zêrîn felsefe û fikrê Rêber Apo belav kir. Me 20 hezar peyam ji bo Serokatî stend. Ji bo xurtkirina pênûsa jinê li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin."
 
'Ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven jî me çalakî li dar xist'
 
Rokenê herî dawî wiha got:"Derbarê 25'ê Mijdarê de me gelek çalakî li dar xistin. Meş, şano, semîner, civîn hatin lidarxistin. Her wiha ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven jî me çalakiyên cur be cur li dar xistin. 
Hemû çalakiyên ku TEV-ÇAND'ê pêk anî me piştgirî dayê. Me ji bo 8'ê Adarê jî çalakiyên cur be cur li dar xistin. Wekî Rêxistina Kevana Zêrîn em ê ji bo sala nû ya 2019'an jî her di nava hewldan û têkoşînê de bin. Em  hêvî dikin ku sala nû bibe sala azadiya gelê Kurdistanê û hemû cîhanê."