Bêrîvan Omer: 2018 ji bo jinên li şaredariyan bû sala nûkirin û avakirinê

  • 09:03 31 Kanûn 2018
  • Rojane
Civîn Husên
 
QAMIŞLO - Cîgira Seroka Lijneya Şaredariyan a Ekiyolojiyê û Berpisiyara Xebatên Jinan Bêrîvan Omer derbarê xebatên jinan ên sala  2018'an de nirxandin kir.
 
Cîgira Seroka Lijneya Şaredariyan a Ekiyolojiyê û Berpisiyara Xebatên Jinan Bêrîvan Omer Derbarê xebatên Şaredariyan ên sala 2018'an li bakur û rojhelatê Sûriyayê de nirxandin kir. Bêrvanê da zanîn ku sala 2018'an bi nûkirina pergalê dest pê kir û ev tişt got:" Di destpêka 2018'an de me hilbjartin çêkirin, bi hilbajartinan re pergala jinê jî hat guhertin û bi rengekî nû hat meşandin. Katnon Û meclisên Jin hatin avakirin.  Komîteyên jinan di hundirê meclisan de hatin çêkirin û bandoreke erênî li xebatê jin kir ku ji nû ve xebatê jinan bên rêxstinkirin."
 
Pergaleke nû di pêşengiya Kongreya Star de
 
Bêrîvanê diyar kir ku ji bo avakirina pergalek nû hinek zêde dem derbas bû û wiha domand:" Hîn karê pergala nû berdewam dike û rêziknameya hundirîn hatiye bi dawîkirin.  Niha jî em ber bi konferansê xwe ya şaredariyan ve diçin ku heta niha ji bo guhetinên heyî me dereng xistibû. Di pêşengiya Kongerya Star de komîteyên jin wê hevbeşiyeke kar çêbikin. Di destpkêka 2019'an de bi konferansa jinan re em ê van biryaran êrê bikin û aktîv bikin."
 
'Ji bo bakur û rojhelatê Sûriyê komîteyên jin xwe bi rêxstin kirin'
 
Bêrîvan bi lêv kir ku pergala jinê di şaredariyên bakur û rojhelatê Sûriyê de heta astekê hat birêxstina kirin  û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Civîn li tevahî şaredariyan hat çêkirin, gavên yekmîn hatin avêtin, berpisiyarên jin li tevahî herêman kom bûn û nîqaş kirin ku ev pergala hevpeş li tevahî bakur û rojhelatê Sûriyayê were meşandin."
 
'Sala 2018'an bû sala perwerdê û avakirina pergalê'
 
Bêrîvan anî ziman ku wan giringî da avakirina pergalê û di aliyê pirojeyan de kêm man û wiha domand:"Me giringî da perwerdê û gelek dewreyên perwerdê hatin meşandin, li Cizîrê, Kobanê, Dêrezorê, Reqa, Minbic û tevahî herêmên din.  Pirojeyên balkêş di vê salê de, pirojeya Navenda pêşxistina jin li bajarê Qamişlo ku Desteya Jinê ya Kantona Qamişlo û Şaredariya Xerbî bi hev re çêkirin, navendeke ku jinê di warê pişeyî de pêş bixe. Ev projeê wê di destpêka 2019'an de  were bidawîkirin. Pirojeya bazara jinê li Amûdê em ê bi navê Aboriya Jinê vekin. Li bajarê Dêrikê jî gelek pirojeyên me bi awayekî baş tên meşandin, navenda pêşxstina jinê li wir jî xebatên xwe dide meşandin. Her wiha xwaringeha jinê bi awayekî baş xebatê dike. Navenda Ada ya fêrkirina kompîturê serkeftî xebatê xwe dike, tevahî pirojeyên li hemû herêman me xurtikirin." 
 
'Jinan hemle û semînerên Ekyolojiyê girtin ser xwe' 
 
Bêrîvan bal kişand ser xebatên di warê ekolojiyê de  û wiha got:" Jinan di sala 2018'an de giringî dan xebatên ekolojîk û , tevahî hemleyên paqijkirinê jinan kirin. Herwiha jinan hemû semînerên li ser paqijiyê jî girtin ser xwe. Jinan hewl dan ku her bajarek rengek be." 
 
Bêrîvan di dawî de ev agahî dan:" Ji bo sala 2019'an jî pîlanên me hene. Ev planên me herî zêde li ser rêxstinikirin û zanebûna jinê ne. Li Dêrazorê destpêkirin hînkirina jinan a xwendin û nivîsandinê her wiha li Minbicê tiştekî nû me da avakirin ku qadek bi navê jinê me çêkir û li tevahî herêman wê civînên me berdewam bikin û di dawiyê de em ê Konferansa Jinên Şaredariyan li dar bixin.."