Li Polîklînîka Zayîn û Nexweşiyên Jinan nexweş pirin lê bijîşk kêm in

  • 09:02 31 Kanûn 2018
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Nexweşxaneya Dewletê a Colemêrgê beşa beşa Zayîn û Nexweşiyên Jinan ji ber kêmbûna bijîşkan jinên ducanî û nexweş bi saetan li ser piyan di dorê de dimînin bijîşkan bi bertekin. 
 
Li Nexweşxaneya Dewletê a Colemêrgê li beşa Zayîn û Nexweşiyên Jinan  her roj ji ber kêmbûna bijîşkan serê sibehê  bi dehan jin tên û bisaetan di dorê de li benda bijîşk dimînin. Bi taybetî jinên ku ji navçe û gundên dûr tên nexweşxaneyê bi saetan li ser piyan dimînin.  Jinan bertek nîşanî vê helwesta rayedaran dan û gotin ku  eleqeya li rojavayê Tirkiyeyê di warê tendirûstiyê de tê dayin çima li vê herêmê jî nayê dayîn. 
 
'Hesasiyeta li herêmên din bila li vir jî bê nîşandan'
 
Jina ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide anî ziman ku her çiqas ew randevuyê bigirin jî bi saetan li benda bijîşk dimînin û wiha got:” Em serê sibehê zû tên û heya saetên şevê di dorê de dimînin. Tenê 2 bijîşk hene û ew jî têrê nakirin. Jinên ducanî ku tên nexweşxaneyê bi saetan li ser piyan di dorê de tên sekinandin. Di nava rojê de bi sedan jin êtên muayenekirin. Li her nexweşxaneyê navbera nîvro set d 12.00'an de  tê dayîn û û piştî saet 13.00'an dîsa mesaî dest pê dike lê li vê nexweşxaneyê di 12.00'an de navebr tê dayîn û mesaî jî saet di 13:45’an dest pê dike. Nexweş tên piştguhkirin û bijîş guh nadin jinên ducanî. Ev jî dibe sedema beravêtin û zayîna zû. Li nexweşxaneyê binpêkirina mafên tendûristiyê pir zêde heye. Gelê vir ji ber ku baweriya wan bi bijîşkên vê nexweşxaneyê nayê nayê diçin bajarên rojavayê Tirkiyeyê muayenê û tedavî dibin."
 
Jina nexwest navê xwe bide di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser nepaqijiya nexweşxaneyê jî û ev tişt got : "Ji xwe mirov nikare ji ber qirêjiyê  bikeve destşoyên nexweşxaneyê.   Ew xîzmeta di  warê tendirûstiyê de tendûristiyê de ji bo rojavayê Tirkiyeyê tê dayîn, divê ji herêma me re jî bê dayîn."
 
'Ji xizmêtê wêdetir binpêkirina mafan heye'
 
Jina ku ji ber ewlehiyê navê xwe neda bal kijan de ser binpêkirina mafên jiyanê yê li nexweşxaneyê jî wiha dawî li axaftina xwe anî:"Jixwe ev beşa Zayîn û Nexweşiyên Jinan a vê Nexweşxaneya Colemêrgê berê jî bi binpêkirina mafê jiyanê ketibû rojevê. Li gel kêmbûyina bijîşkan di heman demê de îhmalkirina mafê jiyanê jî li nexweşxaneyê bi dawî nabe. Ji ber sersariya rayederên nexweşxaneyê di demên berê de jî serê pitîka jina bi navê Ayşe Erdîn hatibû jêkirin û ev bûyera sosret bi rojan di rojevê de mabû. Piştî ku malbatê derbarê nexweşxaneyê de doz vekir, ji aliyê berpirsiyarên nexweşxaneyê ve daxuyaniyek hat dayîn û hat îdakirin ku pitik di xwezaya xwe de bê serî bûye. Li ser vê daxuyaniya bê bingeh dozgeriyê jî ser bûyerê girt û dosya hat girtin. Em dixwazin ku rayedar bi berpirsiyarî tevbigerin û em jî ji mafê xwe yê tendirustiyê sûdê bigirin."