HDP'ê li Amed û Dêrsimê sendoq danîn
- 17:02 30 Kanûn 2018
- Rojane
AMED / DÊRSIM - HDP beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî ji bo namzetên hevşaredaran diyar bike sindoq danîn. Di serî de li Amed û li Dêrsimê li g gelek bajaran HPP'ê ji bo hilbijartina namzetên hevşaredaran sindoq danîn. Rêxistina HDP'ê ya Amedê li 4 navçeyên navendî bi giştî li 7 navçeyan sindoq danîn û dê namzetên xwe diyar bike.
Rêxistina HDP'ê beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31'ê Adarê dê li gelek bajar û navçeyan bi hilbijartinê namzetên xwe diyar bike. HDP ji bo namzetan diyar bike di serî de li Amed û li Dêrsimê li gelek bajarên din îro sindoq danîn û delege diçin ser sindoqan. Rêxistina HDP'ê ya Amedê li 4 navçeyên navendî bi giştî li 7 navçeyan sindoq danîn û delege diçin ser sindoqan ku hevşaredarên navçeyan diyar bikin. Sindoqên hilbijartina navçeya Rezan li salona Konferansê ya Vedat Aydin a avahiya HDP'ê ya Amedê hatin danîn. Dê 6 jê jin 12 namzet ji bo hevserokatiyê têkevin pêşbirgê. Dê 514 delege dengê xwe bi kar bînin. Li navçeya Surê dê 279, Peyasê 504, Yenişehirê 389, Farqînê 250, Bismilê 311 û Licê 100 delege dê biçin ser sindoqan û namzetên xwe yên Hevşaredaran diyar bikin.
Çalakiya Leyla Guven hat silavkirin
Beriya hilbijartinê bernamzedan projeyên xwe vegotin û çalakiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ev 53 roj e li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan di greva birçîbûnê de ye û ya girtiyên siyasî ku bi heman armancê dane destpêkirin silav kirin.
Dêrsim
Rêxistina HDP'ê ya Dersimê jî bi armanca namzetên xwe diyar bikin sindoq danîn. Beriya pêşhilbijartinê Hevserokê HDP'ê yê Dersimê Hidir Çîçek, gel silav kir û bernamzetên ku ji bo hevşaredariyê serlêdan kirine hewldana wan bi qîmet e û di vê serdema ku zext zêde ne serlêdan û xwedîderketin grîng e. Piştre bernameztên Hevşaredariyê Endamê Meclîsa HDP'ê Cevdet Konak, Serokê şaxa SES'ê yê Dersîmê Nurşat Yeşîl, Serokê şaxa ÎHD'ê Gurbuz Solmaz, Rêvebera HDP'ê ya Dersîmê Cemile Ataş, Alaaddin Erdogan, Ferhat Yıldız xwe dan naskirin û piştre delege çûn ser sindoqan.