Li 3 navçeyên Mêrdînê sindoq hatin danîn

  • 16:19 30 Kanûn 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - HDP beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî ji bo namzetên hevşaredaredartiyê diyar bike li 3 navçeyên Mêrdînê sindoq danîn. 
 
Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê,  ji bo namzetên hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31'ê Adarê dê pêk bê diyar bike li navçeyên Qoser, Dêrîk, Nisêbîn û Şemrexê sindoq danîn. Li navçeyên ku sindoq hatin danîn delegeyan ji bo namezedên hevşaredartiyê diyar bikin dengê xwe bi kar anî. Li navçeya Şemrexê ji ber pirsgirêkên teknîkî hilbijartin hat taloqkirin.
 
Di çarçoveya vê hilbijartinê de li Qoserê 26 bernamzetên ku ji bo hevşaredartiyê di pêşpirkê de ne 500 delegeyan deng bi kar anî. 
 
Li navçeya Dêrîkê  jî ji bo18 bernamzetên ku di pêşbirkê de ne 200 delegeyan deng bi kar anî. Li navçeya Nisêbînê jî 400 delegeyan ji bo 28 bernamzetan deng bi kar anî.
 
Di saetên pêş de li bendê ye ku encam bên parvekirin.