Li Dêrikê pêşdibstana zarokan a bi navê Şehîd Sara hat vekirin

  • 14:58 30 Kanûn 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Navenda Zimanê Kurdî ya bajarê Dêrikê bi merasimekê pêşdibstana zarokan a bi navê Şehîd Sara ku 1’ê Mijdarê li Girê Spî ji aliyê dewleta tirk ve hat şehîdkirin vekir.
 
 Navenda Zimanê Kurdî ya bajarê Dêrikê bi merasimekê pêşdibistana bi navê Şehîd Sara ku 1’ê Mijdarê li Girê Spî ji aliyê dewleta tirk ve hat şehîdkirin vekir. Di mearasîma vekirinê de bi dehan zarokên bajêr, malbatên wan û mamosteyên Zimanê Kurdî amade bûn.
 
Di merasîma vekirina pêşdibstanê de cîgira desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê Ferîda Îbrahîm û bi navê Meclisa Navçeya Dêrikê Seyda Hena axivîn. Di axaftinan de vekirina Pêşdibistana Sara ya ku 1`ê Mijdara 2018`an di encama gulebarana artêşa tirk li bajarê Girê Spî şehîd bibû, li hemû zarokên herêma Dêrikê hat pîrozkirin.
 
Her wiha hate destnîşan kirin ku vekirina pêşdibistanê di vê qonaxê de wateyeke wê ya dîrokî heye û bersivê dide kesên ku dixwazin perwerde û fêrkirinê bidin sekinandin.
 
Di dawiyê de koma Kulîlkên Azadî ya zarokan a girêdayî navenda Çand û Huner ya Dêrikê stranên xwe pêşkêşî beşdarvanan kirin û merasîm bi dawî bû.