Maşîneyên kar ewlehiya canê welatiyan dike xeterê
- 09:25 30 Kanûn 2018
- Rojane
ŞIRNEX-Li Şirnexê piştî qedeya derketina derve bi hilweşîna ku kirin dewrê hemû binesazî û kolan serobino kirin û welatiyên li wan taxan dijîn ji ber maşîneyên kar û dîwarên hilweşyayî zehmetiyên mezin dikşînin.
Li Şirnexê piştî qedexeya derketina derve li 8 taxên hatin hilweşadin ev 3 sale binsesazî nehat sererastkirin. Ji ber pirsgirêkên binesaziyê dema baran dibare lehî radibe û înşatên TOKÎ jî yên hîna nehatine temamkirin di jiyana rojande zehmetiyên mezin derdixin holê.
Maşîneyên kar rê li ber qezayan vekir
Maşîneyên kar yên li TOKÎ’yan dixebitin ewlehiya canê gel tehdîd dikin. Li riyên ku tu tabela hişyariyê tune, maşîneyên kar û kepçe ji her derê derdikevin û ev jî rê li ber bi dehan qezayan vedike. Maşîneyên kar li gelek zarokan qelibîn. Li taxa Omerkoy maşîna bar li zarokekî ket û tevî vê hîna tiştek nehatiye kirin.
Li taxa Bahçelîevler li gel dibistana Seretayî ya Ataturk dîwarê ji bo parqê hatiye çêkirin tevî ku parçe jê de dikevin jî tedbîr nayên girtin û malbat ji ber vê bi dikarin. Zarok her roj di ber vî dawarî re derbas dibin û her carê parçe ji dîwar de dikevin. Malbatên bertek nîşanî vê rewşê dan û diyar kirin ku divê demildest ev dîwar bê hilweşandin.