Bidîmen/wêne: 291218-diyarbakir-hasret-borta-annesi

  • 09:05 30 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - Di 22’ê îlonê de li Licê di operasyonên pêk hatin de Hasret Borta û Meryem Dogan yên YJA-STAR’ê jiyana xwe ji dest dan û cenazeyê wan tevî ku di 1’ê cotmehê de hat teşîskirin jî 51 roj şûnde dan malbatên wan. Dayika Hasret Borta, Kevser Borta wih agot: “Tevî cenazeyên zarokên me hatin teşîskirin bi awayekî kêfî nedan me. Wê heta kengî vê zilmê ji me re rewa bibînin.”
 
Îşkenceya li cenazeyên PKK’yiyên ku li herêmê di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin didome. Di 22’ê îlonê de li Licêya Amedê li gundê Zengasor di operasyona pêk hat de Hasret Borta û Meryem Dogan yên YJA-STAR’ê jiyana xwe ji dest dan û Cenazeyên wan rakirin morga Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîlê. Tevî ku di 1’ê cotmehê de cenaze hatin teşîskirin jî 51 roj şûnde hatin teslîmkirin. Dayika Hasretê Kevser Borta da zanîn ku cenazeyê Hasretê zêde texrîb nebûye lê yê Meryem Dogan dest û çend organên wê yên din tune bûn û wiha got: "Ger di 1’ê cotmehê de neçibûma minê di rojên şûnde cenazeyê keça xwe nas nekira. Dema em ji bo definkirinê çûn morgê me ew girt min keça xwe nas nekir. Em 51 rojî sekinîn. Çima nedan. Me hîna jî fêm nekiriye.”
 
‘Kesî keça min nexapand’
 
Kevserê bi lêv kir ku dema ji bo cenazê çûne qerekolê fermandar bi kurdî ji wê re gotiye ‘kê keça te xapand, kê ew şand çiya?’ û wiha got: “Kesî keça min nexapand. Îradeya keça min hebû. Rastî dît û wijdanê wê dest neda. Bi israr ji min re got kê xapandiye. Kesên çûne bi tu awayî nayên xapandin."
 
‘Ev zilm heta ku derê ye’
 
Kevserê daxuyakirin ku wê keça xwe Hesret û zarokên xwe yên din bi zor û zehmetiyek mezin xwedî kirine û ev tişt vegot: “Em diçûn ser erdan dixebitîn. Me eşêf dikir. Hasreta min bejn dirêj bû. Cîran û hevalên wê pir jê hez dikirin. Min bi zor û zehmetiyên mezin keça xwe mezin kir. Ma gelo keça min ji kêfî çû? Li dijî pêkanînên li hemberî kurdan serî hilda. Zarokên me ji bo me diçin. Gelo wê vê zilmê heta ku derê li me bikin.”