'Me di sala 2018'an de gelek xebat ji bo jinê kirin'
- 09:04 30 Kanûn 2018
- Rojane
Civîn Husên
QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Mala Jinê ya Kantona Qamişloyê Behiya Murad xebatên Malên Jinê yên sala 2018'an nirxand.
Derbarê xebatên Malên Jinê yên Kantona Qamişloyê Endama Rêveberiya Mala Jinê ya Kantona Qamişloyêr Behiya Murad nirxandin kir û got:"Di sala 2018'an de ji bo pêşketina jinê gelek xebatên girîng me kir."
'Di nava xebatên me şîrovekirina zagonên jinê jî cihên xwe girt'
Behiyayê diyar kir ku xebatên Mala Jinê di sala 2018'an de berfireh bû û wiha got:"Em wek 11 jin di Mala Jinê ya Kantona Qamişloyê de xebatê xwe didin meşandin. Her hefte perwerde û civîn çê dibin da ku di warê rêxistinbûyinê de gavên hîn mezin bên avêtin. Di nava xebatên me şîrovekirina zagonên jinê jî cihên xwe girt. Bi zagonên jinê em pirsgirêkan çareser dikin. Di nava xebatên me de li dijî zewacên di temenê biçûk de û pirzewaciyê de têkoşîna me didome. Kongereya Star û Meclisa Edaleta Jinê serdana Mala Jinê li Kobanê, Dêrezorê, Reqayê, Tebqayê kir û civîn li wir çê kirin û perwerde hat dayîn."
'Me di sala 2018'an de gelek xebat ji bo jinê kirin'
Behiya di berdewamiyê de balkişand ser Sîstema nû û wiha got:"Me di sala 2018'an de gelek xebat ji bo jinê kirin.
Meclisa Kantona Hesekê û Meclisa Kantona Qamişlo hat avakirin. Bajarê Hesekê, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Til Temir, Zergan û tevahî Navçe û gundewarên girêdayî Kantona Hesekê ne civîn û perwerde pêk hatin. Her wiha bi sedan semîner hatin lidarxistin. Gelek xebatên ji bo parastina mafên jinê hatin kirin. Her wiha mala jinê bi gelek dozan mijûl bûn. Ev dozan hinek jê wiha ne: 663 dozên pirsgirêkên di navbera jin û mêr de, 151 dozên pirsgirêkên malbatî, 94 yê pirzewac, 59 zewaca bi temenê biçûk, 102 şidet, 85 pirsgirêkên madî, 34 yên mîrasê, 12 dayîk û bavên dixwazin zarokên xwe bibînin, yê maf xwestin 32."