'Ji ber qedexeyan em nikarin li gundan xîzmetê bikin'
- 09:02 30 Kanûn 2018
- Rojane
COLEMÊRG - Li herêma Colemêrgê her roj bi dehan gund û mezra tên qedexekirin. Li gel îlankirina qedexeyan li gundan xizmet bi minesebata ewlehiyê tên sekinandin. Derbarê qedexeyên gundan de ji meclîsa bajêr Gulîzar Îlîş nirxandin kir.
Li herêma Colemêrgê her roj bi minesebata ‘Herêmên ewlehî’ bi dehan gund û mezra tên qedexekirin. Li gel qedexeyan li herêmê bi taybetî li gundan binpêkirina mafan zêde dibe û di warê aborî de gel neçar dimîne. Têkîldarî qedexeyên ser gundan de ji meclîsa bajêr Gûlîzar Îlîş axivî.
‘Bi hincetên ewlehiyê projeyên me betal kirin’
Gulîzarê anî ziman ku li heremê ji ber qedexeyan hilberîn û çandin bi tunebûnê re rû rû ye û wiha axivî;” Em di sala 2014’an de hatine hilbijartin. Meclîsên me hatine avakirin. Ev meclîs jî pir xurt bûn. Di wan salan de li gundan xebat pir zêde dihatin meşandin. Di warê çêkirina riyan de, çandin û hilbirînê de em di wan salan de di asta herî bilind de bûn. Lê piştî ku pêvajo guherî hem meclîs qels bû hem jî xebat di warê neyînî de bi bandor bûn. Piştî OHAL’ê herêm bi temamî wekî herêma ewlehîyê hate îlankirin. Projeyên me sekinîn û me pir zêde zehmetî kişand. Gel li herêmê herî zêde bi çandin û sewalkariyê re debara xwe dike. Lê ji ber qedexeyan sewalkarî ber bi tunebûnê ve diçe û di havînan de gel nikare biçe zozanan. Ji bo ku gel di çûyina zozanan de zehmetiyê nekişîne projeyên me yên çêkirina riyan hebûn, lê ji aliyê rayedarên dewletê ve bi hincetên ewlehiyê ev projeyên me hatine betalkirin.”
‘Li herêmê ji ber qedexeyan sewalkarî û çandin ber bi tunebûnê ve diçe’
Gulîzarê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ew projeyên ku wan xwestin bikin mêritiyê rayedarên dewletê ji wan re astengî derxistin û wiha dom kir;” Di berê de wekî projeya şaredariyê me ji gundiyan re pez û mêşên hingivîn belav kirin. Lê mixabin cihên ku mêş dê lê bihatina xwedîkirin hemû hatibûn qedexekirin û ji ber vê pirsgirikê jî pir zêde mêş mirin û têkîliya me bi gel re hat qutkirin. Li herêmê ji ber qedexeyan sewalkarî û çandinî ber bi tunebûnê ve diçe. Gel ji qedexeyan re bi bertek in. Jixwe li herêmê OHAL her tim hebû û heye. Lê piştî ku OHAL kete mêritiyê gelê herêmê bi her awayî pê bandor bû. Projeyên me yên derbarê gundan de pir zêde hebûn. Lê li gorî daxwaziya me li gundan xebat nehatine meşandin û niha jî kêm zêde em hewl didin ku gundên ku qedexe lê hatine îlankirin,em xîzmetê jê re bikin. Di warê ewlehiyê de çiqas ji me re astengî hatibin derxistin jî me xebatên xwe û projeyên xwe li dijî hemû astengiyan domandin.”
‘Daxwaziya gel rakirina qedexeya ne’
Gulîzarê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ger ku bixwazin hilbirînên herêmî esas bigirin, divê qedexeyan bi dawî bikin û wiha bi dawî kir;” Di dema ku em li gundan xebatan didin meşandin, daxwaza gel a herî zêde rakirina qedexeya ye. Li gundan û mezrayan qedexe ne tenê pêşiya hilbirîna çand û sewalkariyê digire, di heman demî de bi qedexeyan têkîliya gundiyan a bi cîhanê re jî qut dibe. Ji ber wê jî divê destpêkê ev qedexe bên rakirin. Pêşiya me de hilbijartinêk heye, em hêvî dikin ku ev hilbijartin bibe sedemên pêvajoyek nû.”