ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2018'AN

  • 09:00 30 Kanûn 2018
  • Rojev
*Li herêma Colemêrgê her roj bi dehan gund û mezra tên qedexekirin. Li gel îlankirina qedexeyan li gundan xizmet bi minesebata ewlehiyê tên sekinandin. Derbarê qedexeyên gundan de ji meclîsa bajêr Gulîzar Îlîş nirxandin kir. 
DÎMEN HEYE
 
*Endama Rêveberiya Mala Jinê ya Kantona Qamişloyê Behiya Murad xebatên Malên Jinê yên sala 2018'an nirxand.
DÎMEN HEYE
 
*Di 22’ê îlonê de li Licê di operasyonên pêk hatin de Hasret Borta û Meryem Dogan yên YJA-STAR’ê jiyana xwe ji dest dan û cenazeyê wan tevî ku di 1’ê cotmehê de hat teşîskirin jî 51 roj şûnde dan malbatên wan. Dayika Hasret Borta, Kevser Borta wih agot: “Tevî cenazeyên zarokên me hatin teşîskirin bi awayekî kêfî nedan me. Wê heta kengî vê zilmê ji me re rewa bibînin.” BI DÎMEN
 
*Li Tirkiyeyê zirara li xwezayê ku gihiştiye asta bi xeter di 2018’an de jî bi pêşnûmeqanûn û biryarnameyan sermaye veguherî sergoyê enerjiyê. Şerê ku bi hişmendiya mêr li dijî xwezayê hatiye destpêkirin didome û jinên xwedî li qadên jiyanê derketin jî berxwedan li ser milên wan bilind bû. 
 
*Li Şirnexê piştî qedeya derketina derve bi hilweşîna ku kirin dewrê hemû binesazî û kolan serobino kirin û welatiyên li wan taxan dijîn ji ber maşîneyên kar û dîwarên hilweşyayî zehmetiyên mezin dikşînin. 
 
Rêvebera HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyun diyar kir ku piştî Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê ya Jinan wek Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û Xebatê hatiye guhertin, li Tirkiyeyê li dijî jinan bêtehemuliyek mezin heye û got Wezaretek Jinan wê ji bo gelek pirsgirêk û newekheviyan bibe çareserî.
 
*Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê femînîst Gulsen Ulker destnîşan kir ku di sala borî de li hemberî destkeftiyên jinan êrîşên pir cidî pêk hatine û wiha got: “Tevî hemû êrîşên dijwar jinan bi her awayî têkoşîn dan. Piştî darbeya 1980'yî me dîsa jin li ber girtîgehan dîtin. Mîtîngên ewil yên girseyî jinan pêk anîn. Jin di 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de li kolanan bûn. Ji ber ku êrîşî mafê jiyanê yê jinan tê kirin.”