Di vekirina Navenda Jinê ya Rosayê de çalakiya Leyla Guven hat slavkirin
- 15:46 29 Kanûn 2018
- Rojane
AMED - Bi sedan jin beşdarî vekirina Navenda Jinê ya Rosayê bûn û 52'emîn roja çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven slav kirin.
Li dijî girtina saziyên jinan wekî alternatîf Navenda Jinê ya Rosayê li Amedê hat vekirin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Saliha Aydeniz, Dersim Dag, Remziye Tosun û Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Rêxistinên bajêr û navçê yên HDP û DBP'ê, Saziyên Civaka Sivîl, Hevkarên KESK'a Mêrdînê û Platforma Jinê ya Êlihê beşdarî vekirinê bûn.
Berî vekirian navenda jinê Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Rahime Înce axivî û anî ziman ku ew hêvî dikin ku vekirana navenda jinê bibe wesîleya aştiyê. Piştre Seroka Damezrêneriya Navenda Jinê ya Rosayê Adalet Kaya diyar kir ku ji bo têkoşîna jinê mezin bibe ev navend vekirine û got:"Piştî hewldana darbeyê êrîş li ser saziyên jinan hatin kirin û hemû sazî hatin girtin. Wekî alternatîf me ev sazî vekir. Em bi saya têkoşîna jinên wekî Rosa Luxemburgan li virin niha."
'Jin wargeha jinê ye'
Adaletê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:"Em hemû dizanin ku li dijî tundiyê kesek tenê nikare têbikoşe loma rêxistinbûyin lazim e. Li ser medyaya civakî hewldan hene ku jin bibin dijminê hevdu. Lê em jî dibêjin ku jin wargeha jinê ye. Divê em alîkariyê bidin hevdu û nebin dijminê hevdu."
Adaletê bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û anî ziman ku ew çalakiya Leylayê ji dil silav dikin.
Vekirina navenda jinê bi xwendina peyama Abdullah Ocalan a ku di 8'ê Adara 2015'an de ji jinana şandibû bi dawî bû.
Di vekirian ku bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" pêk hat de, strana "Leyla Leyla Buhar e" ji bo Leyla Guven hat gotin.