Li Mêrdînê ji bo Oyku Arîn kampanyaya 'kok hucreyê' hat destpêkirin

  • 15:29 29 Kanûn 2018
  • Rojane
MÊRDÎN – Endamên Platforma Şaxên Mêrdînê yên KESK’ê ji bo Oyku Arîn a ku nexweşiya losemî ye kampanyaya 'kok hucreyê' da destpêkirin.
 
Li gelek bajarên Tirkiyeyê ji bo Oyku Arîn a ku nexweşiya losemî ye kampanyaya 'kok hucreyê' hatibû destpêkirin. Piştgirî ji Mêrdînê jî hat. Endamên Platforma Şaxên Mêrdînê yên KESK’ê ji bo Oyku Arîn a ku nexweşiya losemî ye û ji bo ji hemû zarokên losemî re bibin hêvî li Parqa Karayollari li ber erebeya xwînê ya Kizilayê xwîn dan. Gelek welatiyan jî ji bo ji Oyku Arîn re bibin hêvî xwîn dan.